SerekeSîyasî

Dem Partîyê li Dîyarbekirê kongreya xwe pêk anî

Partîya Wekhevî û Dêmokrasî ya Gelan (DEM Partî) li Dîyarbekirê kongreya xwe ya asayî ya 2emîn pêkanî. Di kongreyê de hevserokê berê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer wek hevserokên nû yên şaxa Dîyarbekirê hatin bijartin. Di axaftinan de behsa giringîya bajarê Dîyarbekirê hat kirin.

Li Dîyarbekirê li holeke ya taybet 2emîn kongreya asayî ya Partîya Wekhevî û Dêmokrasî ya Gelan (DEM Partî) hat pêkanîn. Hevserokê berê yê Dem Partîyê yê Şaxa Dîyarbekirê Abbas Şahîn, hevserokê Partîya Herêmên Dêmokratîk (DBP) ê Keskîn Bayîndîr, berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan, hevşaredarên Dîyarbekirê, revebirên partîyên sîyasî û dêlêgayên DEM Partîyê tevlî kongreye bûn.

Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Doganê axaftinek kurmancî û tirkî kir û gotîye: “Li vî bajarî axaftin ne tişteke hêsan e. Ne ji bo me ne jî ji bo alîyên din.Axaftina li vî bajarî lixwekirina qemîsekê agirî ye. Heger hûn bizanin ev qemîs ve wê germ bike belê eger hûn nezanîn biaxivin ev agirê wî qemîsî wê bişewitîne. Yên ku dibêjin nermbûn di sîyasetê de dest pê kirîye, kurdan derveyî vê nermbûnê dihêlin. Eger li vê derê hêj em behsa girtîyên sîyasî û sîstêma qeyuman dikin, ew tê wê wateyê ku ev nermbûn bi armanceke cuda dest pê kiriye”.

Doganê bal kişand ser gavên tên xwestin li Sûrîayê bên avêtîn dedî got, tu alî nikare û ne mafdar e kurdan dijî wî bihêlin.

Piştî axaftinan jî hilbijartin pêk hat û weke hevserokên nû, hevserokê berê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer hatin bijartin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button