H’emû nûçeSîyasî

Dadgeha fêdêral ya Îraqê gilîyê li ser hukumeta herêma Kurdistanê red kir

Dadgeha bilind ya fêdêral ya Îraqê doza ji bo hilweşandina hukumeta Herêma Kurdistanê hatîye vekirin, red kir.

Dadgeha bilind ya fêdêral ya Îraqê îro ji bo gotûbêjkirina  çend gilîyan civîya.

Dû ji wan gilîyan girêdayî bi Herêma Kurdistanê bûn.

Herdu gilî mijarên rûniştina yekem ya dadgeha bilind ya fêdêral ya Îraqê bûn.

Doza yekem ji alîyê serokê fraksîyona nifşê nû Serwe Ebdûlwahîd ve li dijî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû vekirin.

Serwe Ebdûlwahîd ji dadgehê xwestibû ku eger di heyama 3 mehên bê de hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê neyîn kirin, hukumeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bên betalkirin.

Dadgeha bilind ya fêdêral ya Îraqê da zanîn ku wan ew doz red kirîye ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye.

Hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê wê 20 ê îlona sala 2024 a bi serperîştîya komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan bê lidarxistin.

Dosya duyem jî ji alîyê parlamêntarê Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Biryar Reşîd ve li dijî  seroka berê ya parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq  û yasaya encûmena şûraya Herêma Kurdistanê hatibû vekirin.

Biryar Reşîd ji dadgehê xwestibû ku yasaya sala 2022 a hatîye amadekirin serast bike û bi neyasayî bide zanîn.

Dadgeha bilind ya fêdêral ya Îraqê ev dosya bi paş xist û biryar da 16 ê îlonê li ser biryar bê dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button