SerekeSîyasî

Manbîc: 6 sîvîl di êrîşên artêşa Tirkîyayê de birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirkîyayê li ser gundekî bakûrê Manbîcê de, 6 sîvîl birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in

Navenda ragîhandinê ya encûmena leşkerî ya Manbîcê belav kir, şeva borî wan gelek hewldanên êrîşan yên komên çekdar li ser gundên derdora Manbîcê şikandin.

Dîyar kir jî, li gundên Ereb Hesen, Muhsenlî û Cerad Bagranî, şer di navbera hêzên encûmena leşkerî ya Manbîcê û komên çekdar de derket.

Li gorî heman jêderê, piştî jinabirina êrîşan û kuştina hejmarek ji çekdaran, artêşa Tirkîyayê avahîyên sîvîlan yên li gundan topbaran kirin û di encamê de 6 sîvîl birîndar bûn ku 4 ji wan zarok bin.

Navenda ragîhandinê ya encûmena leşkerî ya Manbîcê dîyar kir, artêşa Tirkîyayê ji şeva borî ve, zêdetir ji 115 top û hawanan gundewarê bakûr û rojavayê Manbîcê topbaran kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button