Serokê komîtêya olîmpîyada neteweyî Gagîk Sarûkyan di çarçoveya Parîz-2024 a de ji civaka olîmpîyadê ya navneteweyî re nameyek şandîye û xwest ku ji bo azadkirina girtîyên ermenî yên li Bekûyê bi bîr û bawerîyên pîroz yên olîmpîzmê bikevin nava hewldanan.
Nameyê de, Sarûkyan tekez kir, ku niha her du dewlet di pêvajoya aşîtîyê de ne û azadkirina girtîyên ku rastî rehîn hatine girtin, wê bibe alîkarê pêvajoya aşîtîyê û aramkirina rewşa herêmê. Li ser nameya Sarûkyan bersivên ewil ji niha ve tên.
Rûpelê Facebookê yê komîtêya olîmpîyada neteweyî perçeyek ji nameya bersivê ya serokê komîtêya olîmpîk ya Navneteweyî Tomas Bax raber kirîye.
“Birêz serokê hêja:
Ji bo nameya We ya di derbarê rewşa Ermenîstanê û Adirbêcanê de gelek sipas.
Wek ku hûn dizanin, serokê komîtêya olîmpîk alîgirê aşîtîyê ye û raman û hestên me li gel qurbanîyên bêguneh û mirovên ku ji gelek pevçûyîn û şerên li seranserê cîhanê bandor bûne re dimîne.
Em hêvîdar in ku çareserîyeke aşîtîyan bê dîtin, wek ku bi vekirina moralê agirbestê li gundê olîmpîyadê û bangên me yên berdewam ji hemû hukumetan re dîyar kir ku şansek bidin aşîtîyê.
Em bang li hemû komîtêyên olîmpîyadê yên neteweyî û rêveberîyên wan yên têkildar, rêveberên tîmê û werzîşvanên wan dikin ku bi pêşvebirina têgihîştin û rêzgirtina hevdu li qada lîstikê û li derveyî qada lîstikê li gorî nirxên olîmpîyadê û prînsîpên bingehîn yên olîmpîzmê beşdarî aşîtîyê bibin”.