H’emû nûçeSereke

Rûsan kêmtir  diçin Ermenîstanê û bêtir diçin Adirbêcan û Gurcistanê

Di çile-hezîran sala 2024a, hemwelatîyên Rûsîyayê 12,6 mîlyon rêwîtîyên derveyî welêt kirin. Li gorî RBK ê, ev yek ji hêla cerdevanîya sînor ya sêrvîsa ewlekarîya fêdêral ve tê îzbat kirin.

Di hejmara hatina Rûsan de, ku hemû armancên serdanê li ber çavan bigire, bi kevneşopî Tirkîya bûye pêşengê mûtleq. Herikîna Rûsan ya ji bo Tirkîyayê di navbera çile-hezîrana  sala 2024 a li gor sala borî bi 9,4  selefî zêde bûye û derket 2,5 mîlyon seferan. Qazaxistan ji bo rûsan yek ji cîhên herî popûlyar bû, her çend  salê de hejmara seferên wî welatî bi 9  selefî kêm bûye û gihîştîye 1,2 mîlyonî.

Di nîvê salê de rûsên ji welatên dervayê nêzîk jî hatine Ermenîstanê. Li gorî sala borî gera wan ya li Ermenîstanê bi 17selefî kêm bûye û bûye 452,8 hezar, salek berê 545,7 hezar rûs  hatibûne Ermenîstanê.

Li şûna wê, li gorî salek berê, welatîyên Rûsîyayê ji bi 31,5  selefî (522,7 hezar kes zêdetir) û Adirbêcanê bi 26 selefî (340 hezar kes zêdetir) dest bi sefera Gurcistanê kirin.

Di derbarê seferên geştyarî de, tenê di şeş mehên sala 2024 a, rûsan 4,9 mîlyon seferên derveyî welêt ji bo mebestên geştyarîyê pêk anîn, ku 20 selefî zêdetir e ji salek berê (4,1 mîlyon ger).

Di nîvê yekem ya sala 2024 a, welatên ku herî zêde ji bo tûrîzmê ji hêla rûsan ve hatine zîyaret kirin Tirkîyaye,  Mîrtîyên Ereba, Misir, Tayland û Çînistan in. Welatên li derveyî welat – Ermenîstanê, Adirbêcanê, Ûzbêkîstanê û Gurcistanê  ew jî di deh yekem de xuya bûn .

Zêdetir nîşan bide
Back to top button