H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Îranêda wê opêrasîyon hebe, diqewime diha bi hêztir û  masştaba berfirehbe, ne ku mînanî ya meha nîsanê bû: Armên Pêtrosyan

“Ew kirin, ya ku Îsrayêlê li Tehranê bi kuştina serokê polîtbyûroya heja HAMAS ê pêk anî, ew bo qedir û alîyê leşkerîda derbeke giran bû bona Îranê. Bêguman bersiva wê yekê wê ya anegorbe”,- derheqa wê yekêda wextê qisa tevî  Factor TV- ê, pisporê pirsên herêmî Armên Pêtrosyan gotîye, yê ku derheqa halê li Rojhilata Navîn xeberdaye.

Bi gotina Armên Pêtrsoyan, feqet meriv hê nikare derheqa berfirehbûna bersivê bizanibe, lê bi fikira wî ew yek wê ji alîyê Îranêda diha hêztirbe, lê  ne ku ew yek meha nîsanê bû.

Pispor bîr anîye,wekî meha nîsanê ji axa Îranê hindava Îsrayêlê kirinên cezakirinê hatine mîyaserkirinê, lê ew yek werguhêzî pevçûyînên berfireh nebûn. Wî çaxî ew yek nava encamê pevketina Îranê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda bû.Pisporê pirsên herêmî daye dîyarkirinê,wekî niha pevketinên wî cûreyî nayêne kifşê.

“Hîvîyêne wekî Îranê ne tenê ji axa xwe Îsrayêlê bike hedef. Pêşda ew cîh hema Libnane.Niha Libnan alîyê êskalasîya nûye”,- Armên Pêtrosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button