Nûnerê ji miletê me, şampîyonê cîhanê, 3 caran şampiyonê Avropayê Malxas Amoyanê madalyaya tûnc ya lîstikên olîmpiyadê yên ku li Parîsê tên lidarxistin, bi serkeftineke bi rûmet bi dest xist.
Malxas Amoyanê 25 salî di tûrnûvaya guleşa olîmpiyadê ya yunanî-romî de ji bo madalyaya tûnc ya giraniya 77 kîlogramê, bi Aram Vardanyan cîgirê şampiyonê cîhanê, xwediyê madalyaya bronz ya şampiyonîya Asyayê nûnerê Ûzbekistanê re mucadele kir û bi hesabê 6:5 bi ser ket.