H’emû nûçeSereke

Mijara vegerandina bi ewle ya gelê Arsaxê divê bibe yek ji mijarên bingehîn yên siyaseta civaka navneteweyî li hember Adirbêcanê: Gagik Baguns

Serokê giştî yê Meclisa neteweyî ya Komara Arsaxê Gagik Baguns bi daxuyaniyekê silav da kampanya agahdarkirinê ya ku ji aliyê serdozgerê yekemîn yê dadgeha cezayê ya Navneteweyî Luis Moreno Okampo ve hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de bi taybetî wiha tê gotin:

“Meclisa Neteweyî ya Komara Arsaxê pêşwaziyê li kampanya agahdarkirinê dike ku ji hêla yekem serdozgerê dadgeha cezayê ya Navneteweyî Luis Moreno Okampo ve hatîye destpêkirin, ku berî civîna 29 emîn ya konferansa partiyên peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî li ser guhertina avhewa (“COP29”). Armanca kampanyayê hişyarkirina binpêkirinên sîstematîk û mezin yên mafên mirovan ji aliyê welatê mazûvan Adirbêcanê ve ye. Di heman demê de armanc ew e ku hewildanên hemermenî û navneteweyî bike yek ji bo azakirina dîlên ermenî yên ku bi qaçaxî  destê Adirbêcanê de ne.

Îlona sala 2023 a de, piştî jenosîda ku ji aliyê Adirbêcanê ve hat kirin û bi temamî ji nifûsa Arsaxê hat valakirin, lihevhatina civaka navneteweyî (Ermenistan jî di nav de) ji bo organîzekirina çalakiyek weha bi prestîj li Bekûyê, bêyî formulekirinek zelal ya rojeva berpirsiyariya sûcên ku hatine kirin ji aliyê wê dewletê ve û ji holê rakirina encamên wan, bingehek zêde ji bo êrîşkar û bêcezakirina Adirbêcanê ya zêdetir çêdike.

Ji îlona sala 2020 î û vir ve, di encama êrîşên qirkirinê yên Adirbêcanê yên li dijî Arsaxê de, ne tenê tevahiya gelê Arsaxê bi destê zorê koçber bûn, her wiha gelek ermenî jî bi awayekî neqanûnî li Bekûyê hatin binçavkirin. Bêyî parastina mafên bingehîn rastî îşkence û dadgehkirina neqanûnî tên. Vegerandina tavilê ya van rehîneyan, di nav de heşt serokên Arsaxê, erkê navneteweyî yê Adirbêcanê ye. Dûrketina ji wê erkê divê bibe sedema encamên guncaw.

Beriya vê bûyera girîng ya cîhanê, divê mijara vegera kolektîv ya bi ewle û bi rûmet ya gelê Arsaxê bibe yek ji mijarên bingehîn yên siyaseta civaka navneteweyî li hember Adirbêcanê. Berî wê jî pirsa parastina mîrata manewî û çandî ya gelê Arsaxê û milkên giştî û taybet, bi taybetî di çarçoveya wêrankirina wan ya mezin de, pêwîstî bi baldarîyeke bilez heye. Hêjayî gotinê ye ku ev xalên navborî di fermana 17 ê mijdara sala 2023 a ya dîwana edaletê ya navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî û herwiha di daxuyaniyên dewlet û rêxistinên navdewletî de bi awayekî eşkere hatine destnîşankirin.

Ji ber van tiştên ku li jor hatin daliqandin û têgihiştin ku divê ev mijar di rojeva siyaseta derve ya Komara Ermenîstanê de cih bigirin, em bang li ermeniyên cîhanê û dostên Arsaxê dikin ku bi awayekî aktîv piştgiriyê bidin kampanya ku hatiye destpêkirin. Ji kerema xwe hemî amûrên berdest bikar bînin da ku bigihîjin armancên diyarkirî yên kampanyayê. Em piştrast in ku bi xebatên hevpar em dikarin edaletê pêk bînin û mafên gelê xwe biparêzin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button