H’emû nûçeSereke

Rîskên şerê berfireh mezinin: sîyasîzanê îranî

Rîskên şerê berfireh gelekî mezinin û Amêrîka gerekê piştî bersiva Îranê Îsrayêlê zeftke, ku ew gava nevêje.Derheqa wê yekêda sîyasîzanê îranî Pûya Huseynî gotîye News. am ê.

“Heger usa nebe, Îran bi piştgirîya hêzên berxudanê dikare gelek alîyava êrîşa berfireh destpêke.Êrîş anîne ser yekîtîya axa Îranê û Tehranê îdî elam kirîye,wekî li gorî qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî mafê wê heye bersiva wê yekê bide”,-ewî gotîye.

Bi gotina wî, Îsrayêl gerekê fem bike, wekî kirinên wî cûreyî bêyî bersiv namînin.

“Bi wê yekêva tevayî, rêjîma hîvîyêsekinandina bona êrîşê îzinê dide Îranê ku Îsrayêlê nava tirsêda xweyke, ya ku her deqeke hîvîya êrîşêye. Ev yek hukumê pisîxolocî dide ser Têl Avîvê. Ev mêtod usa jî cara derbazbûyî hatîye xebitandinê, heger wî çaxî nêzîkî 300 rokêt û diron hatine berdanê, vê carê  êrîş wê diha mezinbin û ne tenê ji Îranê, lê usa jî ji Libnanê, Sûrîyayê, Îraqê û Yêmênê.Hêzên berxudanê wê bi hevra êrîşkin”,- Huseynî gotîye.

Ewî serda zêde kirîye,wekî Îranê cara derbazbûyî alîyên zeyîf, yên sîstêma Îsrayêlêye parastina hewê, daye zelalkirinê û niha bona derba giran xwe amade kirîye.

Pispor bîr anîye,wekî  Îsrayêlê qirar kirîye piştî seredana Natanyahû, ya li Amêrîkayê, serokê byûroya HAMAS ê ye sîyasî bikuje.

“Bi wê yekêva tevayî, Îsrayêlê ew yek ne ku li Qeterê kir, li kîderê ew dijî, lê li Tehranê bona ku Îranê û temamîya herêmê kaşî nava şerê mezin bike”,-sîyasîzan gotîye. Ew difikire, wekî Tirkîya beşdarî koalîsîya dijî Îranê nebe, lê eyane wekî Tirkîya tevî Îsrayêlê hevkarîyê dike û elametîyên feş belav dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button