H’emû nûçeSereke

Tehran amadebûna xwe ji bo piştgiriya leşkerî ji Ermenistanê re nîşan da: siyasîzanê îranî

Hevrikiya Îranê û hevrikiya Tirkiyayê û Adirbêcanê li Başûrê Kafkasîyayê jî pêk tê. Behs derheqa Bekuyê û Enqereyê yên bi navê “Korîdora Zengezûrê” dikin. Îran vê yekê qebûl nake. Sîyasîzanê îranî Pûya Husênî di axaftina xwe ya li gel nûçegihanê News.am ê de diyar kirîye.

Ewî daye  kifşê ku Tirkiya hewl dide bandora xwe xurt bike û Îran jî hewl dide valahiya ku ji ber lawazbûna pêgehên Rûsyayê li Kafkasya Başûr çêbûye tijî bike.

Pispor her wiha gotîye: “Tehran hewl dide pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê çareser bike û nehêle Tirkiya pêgeha xwe bihêz bike”.

Huseynî destnîşan kir ku Adirbêcan ev çend sal in çekan ji Îsrayêlê dikire û Îran jî vê yekê dibîne.

“Ev yek li dijî Îranê ye û eger şerekî mezin çêbibe dibe ku Adirbêcan bibe yek ji navendên dijî Îranê. Di rewşeke wiha de Adirbêcan jî ji bo Îranê bibe hedefeke rewa. Ev sîgnalên ji Îranê tên Adirbêcana ku di bin bandora cidî ya Tirkiyaye û Îsrayelê de ye.

Lê belê serokê Adirbêcanê Elîyêv aştiyê naxwaze û li herêmê aloziyê çêdike. Ermenîstanê ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew nikarin rêyeke derveyî eraziyê xeyal bikin. Ji bo Îranê jî nayê qebûlkirin ku rêyên Ermenîstanê ji aliyê welatên sêyemîn ve bên kontrolkirin. Zanyarê siyasî yê Îranî her wiha got, dema Îran behsa nepejirandina rêyên ku ji Ermenistanê derbas dibin ji aliyê welatên sêyem ve tê kirin, ev yek ji bo Rûsya û Rojava jî derbas dibe.

Wî bawerîya xwe anî ziman ku tandema Tirkîyayê-Adirbêcanê li benda derfetekê ye ku li dijî xaka Ermenîstanê tevbigerin, ji ber wê jî Îran hemû senaryoyan li ser maseyê dihêle.

“Her dema ku Îran bertek nîşanî kombûna leşkeran li nêzîkî sînorên Ermenîstanê dide, tetbîqatan dike, sîgnalan dişîne û hişyariyan dide. Wek ku balyozê Îranê yê li Ermenîstanê pêştir jî gotibû, di dema şer de Îran wê li ber xwe bide, ji ber ku ev mijar jî bi ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî ye”.

Ewî bal kişand ser wê yekê ku Îranê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina piştevaniyê, tevî piştgiriya leşkerî, ji Ermenistanê re ragihandiye, lê heta niha tu bersiv ji Yêrêvana fermî nehatiye wergirtin.

 “Li gorî min aliyên sêyemîn ji bo ku nehêlin Ermenistan di warê ewlehiyê de bi Îranê re hevkariyê bike bandorek cidî dikin. Di vê mijarê de aliyên sêyemîn dikarin welatên rojava bin. Dibe ku piştî lawazbûna helwêsta Rûsyayê, xwesteka hevdemî lawazkirina pêgeha Îranê jî derkeve. Ev yek wê opozîsyona Tirkiyayê ya li herêmê xurt bike, ku zirarê dide berjewendiyên Ermenîstanê. Li gorî van hemûyan Îran û Ermenîstan dikarin û divê hevsengiyê li herêmê vegerînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button