H’emû nûçeSereke

Ermenî bêhnvedanê çawa tercîh dikin?: serokê fêdêrasîyona Turîzmê ya Ermenîstanê şîrove dike

Rûniştevanên ermenî tercîh dikin ku havînê li welatên peravê bêhna xwe bidin.

Serokê fêdêrasîyona Turîzmê ya Ermenîstanê Mexak Apresyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê “Armenpress”ê re derheqa wê yekêda gotîye.

 “Ermenî hez dikin ku li nêzîkî deverên avê bêhna xwe bidin. Naha, digel vebijark û fersendeke mezin, organîzekirina betlaneyên li welatên deryayî bêtir gihîştî û daxwaz e. Ji bilî vê, firînên raste-rast ji Ermenîstanê ber bi deverên cihêreng, tevî welatên biyanî jî hene. Seferên dîrokî, çandî, zanînî û yên din jî ne hindik in”.

Mexak Apresyan da zanîn ku ermenî herî zêde ji bo betlaneyê diçin Misirê, Montênêgroyê û Yûnanistanê, heger vîza hebe. Di nav deverên bijarte de jî Sirî Lankayê û hejmarek welatên avropî ne, ku li wir jî gengaz e ku meriv ji betlaneyên deryayê kêfê bike. Tûrîstên ermenî heta li Komara Domînîkî, li giravên Karîbîyê û Asyaya Başûr-Rojhilatê jî têne dîtin. Rast e, wek ku hevpeyamnêrê me behs kir, li seyrangehên herî dûr û biyanî gelek hemwelatiyên me nînin.

Bi awayekî xwezayî, peravên deryaya Reş ya Gurcistanê yek ji cihên herî populer yên betlaneyê ye, lê li gorî Mexak Apresyan, hejmara welatiyên ermenî ji bo betlaneyê diçin welatê cînar li gorî salên berê hinekî kêm bûye.

Li gorî Mexak Apresyan, hema bêje tu kes naçin Antalyaya berê ya popular bû. “Her çend kesên diçin hebin jî pir kêm in. Bi rastî, min guh neda ku pargîdaniyên me yên rêwîtiyê niha reklama wê cîhê dikin.Peravên deryaya Reş ya Rûsîyayê jî ne balkêş e”,-ewî gotîye. Di şûna wê de, li gorî Mexak Apresyan, di sektora geştiyariyê de bi herêmên din yên Rûsîyayê re hevkariyek pir serketî pêk hatiye.”Mînakî, geştên me yên raste-rast ji Yekatêrînburgê, Tyûmênê û bajarên din re hene. Di warê tûrîzmê de encama hevkariya çalak e. Di heman bûyera Tyûmênê de, civaka ermenî ya herêmî pir beşdarî û piştgirî da wê”,- Apresyan tekez kir.

Piştî bûyerên van salên dawî, ji ber rewşa ne aram ya li herêmê, hejmara kesên ku diçin Ermenîstana Rojava gelekî kêm bûye. Hemwelatiyên Ermenîstanê bi prosedureke nerm ji welatên avropî vîzeyan werdigirin û îmkana rêwîtiya li wir hêsan e. Niha, wek Mexak Apresyan behs kir, di demsala geştyarî de bêyî vîzeya welatên Avropayê dibe ku serdana Montênêgroyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button