Komkirina îmzeyan li ser mijara endamtîya Yekîtîya Avropayê wê di nîvê tebaxê de dest pê bike: Rûbên Mêhrabyan
Endamê înîsîyatîva “Platforma hêzên dêmokratîk” û cîgirê serokê “Ji bo Komarê” Rûbên Mêhrabyan gotîye, niha amadekarî ji bo organîzekirina komkirina îmzeyan ji bo endamtîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê tê kirin, ku dê di çend rojan de biqede.
Bi gotina wî, piştî bidawîhatina karê amadekarîyê dê dest bi komkirina îmzeyan bê kirin û raya giştî jî derbarê wê de bê agahdarkirin.
Li gorî Mêhrabyan komkirina îmzeyan dê nîvê meha tebaxê dest pê bike. Endamê înîsîyatîva “Platforma hêzê ya dêmokratîk” jî anî ziman ku ew plan dikin ku di dema komkirina îmzeyan de biçin herêman. “Ew jî wê bi awayê xwe kampanyayek be, dê hem serdan li parêzgeh û hem jî li Yêrêvanê, kombûn, civîn bên kirin”.
Heger îmzeya 50 hezar hemwelatîyên Ermenîstanê bê berhevkirin, wê li gorî destûra bingehîn ya Ermenîstanê, mijarê bikeve rojeva meclîsa neteweyî. Heger neyê qebûlkirin, ji bo ku proje bikeve rêfêrandûmê wê 300 hezar îmze hewce bike.
“Di qanûna komkirina îmzeyan de 45 rojên teqwîmî hatîye dîyarkirin û di van rojên teqwîmî de divê 50 hezar îmze bên komkirin. Em ê wan belgeyan ji meclîsa neteweyî re bişînin. Em di wê bawerîyê de ne ku piranîya hemwelatîyên me hilgirên wê fikrê ne (endamtîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê ). Ji ber vê yekê, komkirina wan îmzeyan wê bibe mijarek têknîkî. Rayedarên me jî di vê mijarê de hemfikir in, yan jî em bi wan re razî ne”,-Rûbên Vardanyan daye kifşe.
Berîya niha “Platforma hêzên dêmokratîk” ragîhandibû ku ew bi nîyaz e ku li ser mijara rêfêrandûma endamtîya Ermenîstanê ya li Yekîtîya Ewropayê, komkirina îmzeyan organîze bike.
Em bi bîr bînin ku di 21 ê hezîranê de jî bi pêşengîya hêzên dêmokrasîyê, li ser mijara rêfêrandûma ketina Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê, rûniştinên meclîsê hatin lidarxistin.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan jî di çarçoveya “Forûma Ermenîstanê ya ji bo dêmokrasîyê” de got ku ew ji bo endamtîya Yekîtîya Avropayê hewcedarîya rêfêrandûmê nabînin, ji ber ku “raya gel dizane”.