H’emû nûçeSereke

Pûtîn bi destê Şoygû çi gîhandîye Îranê?: Reuters

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ji rêberê Îranêyî ruhanî Ayatolah Elî Xamênêî hîvî kirîye ku bersiva bona kuştina rêberê HAMAS ê  Îsmayîl Henîa gelekî berk nîbe, bi taybetî ji êrîşên ser binelîyên Îsrayêlêye edil dûr bimînin. Li gorî kanîyên  Reuters ê, peymana anegor sêkrêtarê şêwira ewlehîya Rûsîyayê Sêrgêy Şoygû gîhandîye Xamênêî, yê ku van roja çûbû Îranê.

Hatîye dîyarkirinê,wekî seredana nevsê fermî, ya li Tehranê mecaleke bona wê yekê bû. Ne Krêml, ne jî wezîreta Îranêye karên der bersiva şirovekirina ajansê nedane.

HAMAS ê derheqa kuştina serokê polîtbyûroya xwe Îsmayîl Henîada elam kirîye.Li gorî înformasîyona  ew li Tehranê rûyê derbgîhandina ji alîyê  Îsrayêlêda hatîye kuştinê, yê ku çûbû Îranê ku tevî heytehola sondxwerina serokê Îranê bibe.HAMAS ê nava kuştina wîda Îsrayêl û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gunehkar kirîye û elam kirîye, wekî ew yek wê bêyî bersiv nemîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button