30 rojî carekê komîtêya xaçê Sor li cem ermenîyên ku li Bekûyê girtîne, diqeside
Wekîlên komîtêya xaçê Sor, cara dawî li cem ermenîyên ku li Bekûyê girtîne, dawîya meha tîrmehê qesidîne. Li gorî înformasîyona, ew hevdîtin bi formata qisên cuda hatine mîyaserkirinê.
Seroka progiramên dêlêgasîya xaçê Sorî li Ermenîstanê Zara Amatûnîyê gotîye, wekî girêdayî serecema wan qisava ew nikare li ser platforma civakî wê yekê şirove bike.
“Merkeza guhdarîyêda halê tendurustîya wan meriva, qewilên xweykirina wan tên raberkirinê, lê pirsên ku tevî wan tên gotûbêjkirinê, nayêne belavkirinê”,- Amatûnîyê gotîye.
Zara Amatûnîyê daye dîyarkirinê,wekî nava çarçoveya hevdîtinada mecal tê dayînê, ku ew meriv bi rîya pêwandîyên cûre-cûre malbetên xweva bêne girêdanê.Ew meriv dikarin bi nama yan jî bi vîdyoya gotinên xwe bidin, lê komîtêya xaçê Sor wana teslîmî malbetên wan dike.