Lihevkirin yan taktîk? :astengkirina ragîhandinê ji peymana aşîtîyê wêdatir e
Bekû û Yêrêvanê li hev kirin ku ji danûstandinên li ser belgeya aşîtîyê vekişin û piştre li ser mijara rakirina blokên ragîhandinê gotûbêj bikin.
Gelo vekişandina xala ji nû ve vekirina peywendîyan ji peymana aşîtîyê bi lihevhatineke hevbeş û derbaskirina gotûbêja wê bo qonaxeke paşerojê tê wê wateyê ku Bekû razî ye ku mijara “korîdorê” ne bi awayê xwe, lê bi awayê Yêrêvanê gotûbêj bike?
Bi gotineke din, rêyek li ser bingehê serwêrî, dadwerî, hevberî û wekheviyê, wek ku Yêrêvana fermî di bernameya xwe ya pêşniyara “Xaçerêya aşîtîyê” de nîşan daye.
Derdorên pispor di wê baweriyê de ne ku tiştek di reftara Adirbecanê de hatiye guhertin û ew welat niha dixwaze di zûtirîn dem de belgeya aşîtiyê îmze bike. Zanyarê navneteweyî Grigor Balasanyan vê pêngava Bekûyê ji ber hin faktorên taybet hewldaneke “tevgereke hespê” dibîne.
Ji aliyekê ve hem serdana dawî ya Şoygu bo Bekûyê û hem jî rewşa derdora Îranê rê nade ku Adirbêcan di vekirina korîdora Zangêzûrê de israr bike û li Bekû jî vê yekê baş fêm dikin. Ji aliyê din ve, ji bo ku rûyê xwe li pêşberî Rojava yê rizgar bike û di pêşerojê de Ermenîstanê jî bi rastiyan re rû bi rû bimîne, Bekûyê taktîkeke cuda hilbijart: bila mijara kanalên ragihandinê û mijarên din di peymana aştiyê de nehêlin, di vê demê de, lê celebek belgeyek îmze bikin.Elîyêv û sponsorên wî jî, yên ku dixwazin vê pêvajoyê bi şert û mercên guncav bi lez û bez temam bikin, bi lezgînî divê belgeyek îmze bikin, da ku paşê karibin ragihînin ku, binerin, di dawiyê de bi navbeynkariya me, Ermenistan û Adirbêcan peymana aştiyê îmze kirin”.
Pisporê navneteweyî difikire ku di vê rewşê de, kes ne eleqedar e ku di wê peymanê de çi bê gotin.
Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der bal kişand ser daxuyaniya nûnerê taybet yê serokkomarê Adirbêcanê Amirbêkov ya derbarê “Korîdora Zengîzûrê” de.
“Bi vê peymanê re, rakirina blokan beşek girîng ya vîzyona Ermenîstanê ya aştî û geşepêdana aborî dimîne, ku di bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” de, li ser bingeha serwêrî, dadwerî, hevberî û wekheviyê tê xuyang kirin”.
Em bi bîr bînin ku Amirbekov berî niha ragihandibû: “Bi lihevkirina hevbeş, me biryar da ku em vê xalê (vekirina peywendiyan) ji peymana aşîtîyê derxin û gotûbêjê derbasî qonaxeke paşerojê bikin”.
Li gorî hin pisporan, Adirbêcan bi tenê van mijaran bikar tîne da ku li dora Ermenîstanê celebek tevnek çêbike. Armanc yek tişt e: heger peymanek bê îmzekirin, nêzîkatiyek wiha wê nehêle hebûna Ermenîstanê aramtir bike, lê dibe ku rêgezek jiyana azad û bê asteng bike, bi gotineke din wê nehêle Ermenîstan ji statuya welatê têkçûyî derkeve. Ji ber vê yekê, wek nimûne, Grigor Balasanyan, di wê baweriyê de ye ku niha Ermenistan divê helwestek tundtir bigire.
Bêyî wan xalan, bêyî rêyên ragihandinê, bêyî rakirina mijara destûra bingehîn û xalên din yên bi êş ji bo me, red bikin ku bi Adirbêcanê re peymanek îmze bikin, ji ber ku wê paşê li dijî me bê bikar anîn.
Endamê fraksiyona “Qedirê min heye” ya meclîsa netewî Tîgran Abrahamyan li ser rêkeftina Yerevan û Bekûyê ya ji bo derxistina mijara ragirtina pêwendiyan ji danûstandinên peymana aştiyê û gotûbêjkirina wê di qonaxeke paşerojê de, nivîsîye.
“Heger ji bo Bekûyê ev xal firsend e ku “korîdorek” hebe, ji bo Ermenîstanê jî firsend e ku bloka bi salan bişkîne, ku helbet divê ev yek bi bihayê “korîdorek” neyê kirin.
Lê, li gorî pisporan, derxistina mijara ji nû ve destpêkirina ragihandinê ji peymana aştiyê û hiştina gotûbêja wê piştî îmzekirina belgeyê, qet nayê wê wateyê ku Adirbêcan dev ji fikira “Korîdora Zangezûrê” berde, ew xeyal dike. Ji ber vê yekê, li gor pisporê navneteweyî Grigor Balasanyan, niha dema guncaw e ku li ser kaxezê bê tomarkirin ku Adirbêcan dev ji daxwazên xwe berdide.
“Li gorî rewşa navneteweyî, rewşa derdora Îranê û helbet serdana dawî ya Şoygu. Bi xwezayî, ev bi hev re girêdayî ne. Şoygu bi eşkere hişyarî da û Elîyêv jî di axaftina xwe de eşkere got ku Bekû di têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re li Kafkasîya Başûr aramiyê dibîne. Pirsgirêka ku ji bo Rûsîyayê girîng e û dikare bandorê li ser dabînkirina aramiyê bike çi ye? helbet “Korîdora Zengîzûrê”.
Ji ber vê yekê, li gor pisporê navneteweyî, divê Ermenîstan israr bike ku mijarên bi destûra bingehîn û “Korîdora Zengezûrê” li derveyî peymanê bên hiştin û li ser vê bingehê ew amade ye ku îmze bike, lê paşê ew pirsgirêk neyê çareserkirin. Divê Ermenistan di peymanê de israr bike û bi rê ve bibe, eger nebe, li gorî Balasanyan, nêrîna Adirbêcanê di esilê xwe de xefik e.