Adirbêcan rêzêrva “Kevirên Zoras ji bo xanî” wek abîdeyek ku di nav axa “Adirbêcana kevin” de ye raber dike: fonda Gêxard alarmê dide
Adirbêcan bi rêyên dewletê gotina derewîn “Adirbêcana Rojava” belav dike. Li gorî rapora “Armênpress”ê, sazîya zanistî û vekolî ya “Gexard” li ser vê yekê hişyarî da û tekez kir ku vê carê armanca wan ciwanên azêrî û bîyanî yên li derveyî Adirbêcanê ne.
“Roja 6 ê tebaxê li Bêrdzorê di çarçoveya “Kampa havînê ya pêncemîn ya ciwanên dîasporayê” de ku derdora 115 ciwanên ji 60 welatên cîhanê tê de beşdar bûn, rêveberîya rêxistina “Civaka Adirbêcana Rojava” bi kampan re civîya.
Ev jî çalakîyeke din bû ku ji alîyê fonda Hêyder Elîyêv û komîtêya dewletê ya kar û barên bi dîyasporayên Komara Adirbêcanê ve hatibû lidarxistin. Di civînê de endamên rêxistina “Civaka Adirbêcana Rojava” li ser hêvîyên vekirî yên Adirbêcanê yên li ser axa Komara Ermenîstanê, teza derewîn ya “Adirbêcana Rojava” axaftinek kirin. Di çalakîyê de belgefîlma “Nêrînek ji nêz ve li Adirbêcana Rojava” ku slayt nîşandana wêneyan, ku abîdeyên dîrokî-mîmarî yên Komara Ermenîstanê, dîmenên xwezayî wekî “Adirbêcana kevin” tê raberkirin, di daxuyanîyê de hat dîyarkirin”,- di daxuyanîya ku ji teref fondê ve hat dayîn de hat dîyarkirin.
Herwiha tekezî li ser wê yekê tê kirin ku, di nav bermahîyên din de, yedega dîrokî û çandî ya ” Kevirên Zoras ji bo xanî” li devera Sîsyanê, wek “berhemeke ku li nav vxa Adirbêcana kevin” tê raberkirin.
Herwiha tekezî li ser wê yekê tê kirin ku, di nav bermahîyên din de, yedega dîrokî û çandî ya “Kevirên Zoras ji bo xanî” ” li devera Sîsyanê, wek “berhemeke ku li nav axa Adirbêcana kevin” tê raberkirin.
Ji alîyê Adirbêcanê ve desteserkirin û berevajîkirina mîrata çandî ya Ermenîstanê, polîtîkaya mezinbûnê ji bo gelê ermenî û Komara Ermenîstanê xeternak e. Desthilatdarên Adirbêcanê bi taybetî nûnerên nifşê ciwan, yên ku neçar in li ser dîrok û çanda herêmê xwedî fikrên ermenî-nefret, berevajîkirî bin, bûyerên ku tê de “şûştina mejî” ya ku ji alîyê rêjîma Elîyêv ve tê birêvebirin, têne organîzekirin.
Ji ber vê yekê organîzekirina çalakîyên bi vî rengî û tevlîkirina ciwanan di wan de nîşan dide ku dewleta Adirbêcanê erka guhertina nifşan ya sîyaseta antîermenî daye ber xwe”,- daxuyanî bi dawî dibe.