Di meha hezîrana îsal de bazirganîya derve ya Ermenîstanê li gorî meha gulanê kêm bûye
Di nîvê ewil ya sala 2024 a da bazirganîya derva ya Ermenîstanê du caran ji nîşaneya heman heyama par derbaz bûye û bûye 18 mîlyard û 407,3 mîlyon dolar. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, komîtêya îstatîstîkî ya Komara Ermenîstanê li gorî daneyên ku komîtêya dahata dewletê ya Komara Ermenîstanê 16 ê tîrmeha sala 2024 a de raber kiriye, vê yekê radigîhîne.
Hezîrana îsal de bazirganîya derve ya Ermenîstanê 2 mîlyard û 27,7 mîlyon dolar bû, ku li gorî meha gulanê bi 6,7 selefî kêmtir e, lê li gorî daneyên hezîrana sala 2023 a bi 34,6 selefî zêdetir e.
6 mehên ewil yên îsal da îxracata ji Ermenîstanê 2,3 qat zêde bûye û derket 7 mîlyard û 927,6 mîlyon dolarî. Hezîranê de 856,4 mîlyon dolar bû. Ev bi 10,9 selefî kêmtir e li gorî meha gulanê, lê bi 59,9 selef ji meha hezîrana sala borî zêdetir e.
Di nîvê ewil ya sala 2024 a da îtxalat bi 86,5 selefî zêde bû û bû 10 mîlyard û 479,7 mîlyon dolar. Rêjeya meha hezîranê mîlyardek û 171,3 mîlyon dolar e û li gorî meha gulanê bi 3,5 selefî kêmtir e. Li gorî hezîrana sala 2023 a bi 20,6 selefî zêdebûnek hat tomarkirin.