Xercên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava êkonomîkayêda li cêrga welatên Sovyêta berê yên here bilindin:IEP
Înstîtûta êkonomîkî û aşîtîyê /IEP/ raporta xwe belav kirîye, kîjanêda senaya leşkerî, ya welatên dinîyayê raber kirîye.
Xercên Ermenîstanê û Adirbêcanêye leşkerî nava êkonomîkayêda li cêrga welatên Sovyêta berê yên here bilindin.
Xudanên raportê tevî tiştên mayîn hesab kirine ku nava byûcêyên welatên cuda-cudada xercên leşkerî cîhên çawa digrin.
Li gorî raportê, nava êkonomîka Korêya Bakûrda mesele goveka leşkerî cîhê herî girîngdane.Derheqa wê yekêda “Dengê Amêrîka” ê ragîhandîye.
Nava dewletên Sovyêta berêda Ermenîstan û Adirbêcan cîhên diha bilindanin.
Hatîye dîyarkiriê, wekî himberî sala 2008 a ew xerc li Ermenîstanê bi 0,7 selefîva, lê li Adirbêcanê bi 0,5 selefîva zêde bûye.
Mesele li Gurcistanê ew 1,3 selefe, lê ji sala 2008 a da ew bi 6,6 selefîva kêm bûye.
Li Rûsîyayê ew hejmar gihîştîye 2,4 selefî, li Tirkîyayê 0,7 selefî, li Îranê 2,2 selefî. Nava êkonomîka Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda xercên leşkerî dighîje 3,1 selefî, lê 15 sal pêşda ew dighîşte 4,7 selefî.