Pêşangeha daîmî ya bi navê “Ermenîstan di nexşeyên kevnar de” li mûzêya dîroka Ermenîstanê ji nû ve hat vekirin
Pêşangeha daîmî ya bi navê “Ermenîstan di nexşeyên kevnar de” li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê ku bi naveroka dîjîtalîzekirî hat temamkirin ji nû ve hat vekirin.
Li gorî rapora nûçegîhanê “Armênprêss” ê, rêvebirê mûzexaneya dîrokî ya Ermenîstanê Davît Pogosyan, bi daxûyanîya vekirina pêşangehê, dîyar kir ku ev pêşangeh di encama hevkarîya bi kartograf Rûbên Galçîyan re bûye rastî.
Pogosyan gotîye: “Ekranên mezin hatine bicihkirin, ku rê didin me ku em bi guhertoyên dîjîtal bi rengekî balkêştir naverokekê pêşkêşî mêvanên xwe bikin”, Pogosyan, bi hûrgilî gotîye ku berevajî ya berê, ku rêzek ji du dehan zêdetir nexşeyan pêşkêşî dike, rûyê pêşangehê ku ji nû ve hatîye vekirin ji ber matêryalên dîjîtalkirî yên bi çareserîyên balkêş û rengîn hinekî piçûk bûye.Li gorî rêveberê mûzexaneyê, bikaranîna têknolojîya nû dê bikaribe mirov ji nexşeyan baştir fam bike û zanyarîyên kûrtir bi dest bixe.
Di pêşangehê de nexşeyên dîrokî yên ku tê de behsa Ermenîstanê tê kirin hatine pêşkêşkirin. Her wiha fotokopîyên dîjîtal yên 15 nexşeyên ku di dem û cîhên cuda de hatine çêkirin jî têne pêşkêş kirin. Ji vana ya herî kevin tableta ax ya Babîlonî ye û nexşeyên wan vedigerin sedsala 20 î.
Di vekirina pêşangehê de Rûben Galçyan bi axaftina “Nexşe û dîrok” topografya Ermenîstanê bi nexşeyên çapkirî yên ji demên kevnar heta serdema Sovyetê pêşkêş kir.
“Nexşe her gav rast nayên pêşkêş kirin. Pir caran, nexşe têne sexte kirin û ji armancên nexşerêker yan edîtorê wî re xizmetê dikin. Ji ber vê yekê, berî her tiştî, kartograf digere û dibîne ku kesên din ew herêm çawa xeyal kirine û xêz kirine”,- Galçyan gotîye û tekez kir ku nexşe tenê heke li hev bikin dikarin pêbawer bêne hesibandin.
Zanyarî amaje bi sextekarîya kartografî ya Adirbêcanê kir, ku bi vê yekê axa komara Ermenîstanê jî wek axa wan ya dîrokî tê nîşandan, zanyar tekez kir ku heta sala 1918 a, Adirbêcana niha wek welatek di tu nexşeyê de nehatîye binavkirin. Bi navên cuda: Atrpatakan, Şîrvan, weke Xaneyûnê Faris dihate pêşkêşkirin. Paşê sala 1918 a de bi ragîhandina Komara Adirbêcanê, navê parêzgeha Farisî ya bi heman navî hate binavkirin, ku li gorî gotina axaftvan, ev yek ji bo armancên erdî hatîye kirin.
Pispor di daxuyanîya Adirbêcanê ya li ser bav û kalên xwe yên dîrokî de jî nakokî dîtin. Bi taybetî jî dîroknas û kartografên Adirbêcanê li halekî xwe wek nevîyên tirkên ogûz tirkan, li halekî din wek nevîyên egvanan û di rewşeke din de jî wek tirk dihesibînin armancên xwe yên erdî û sextekirina dîrokê rewa dikin.