Rageşîya Îran û Îsrayêlê: rahênanên Tehranê û metirsîya derbeyeke muhtemel
Ajansa Mêhr radigîhîne, hêzên deryayî yên Îranê li baregeha Astara ya nêzîkî sînorê Adirbêcanê li behra Kaspîye meşqa leşkerî pêk anîn. Di tetbîqatê de bi armanca zêdekirina amadehîya berevanîyê ya hêzên deryayî, hedefên konvansîyonel hatin lêxistin.
Pispor paşmaya lidarxistina meşqa leşkerî balkêş dibînin, bi taybetî çend welatên Yekîtîya Avropayê daxwaz ji Îranê kirin ku xwe ji êrîşan li ser Îsrayêlê dûr bixe, ku ev yek dikare rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike, bi taybetî piştî kuştina Îsmayîl Henîye li Tehranê. Lê Tehranê jî radigîhîne ku ew bi biryar e û ji bo dabînkirina ewlehîya xwe ya netewî ji kesî destûrê naxwaze.
Di van rojên dawî de, di çarçoveya zêdebûna alozîya Îran û Îsrayêlê û taktîkên alîyê Îranê yên ji bo westandina psîkolojîk ya dijberê, Bekûya fermî ketîye ber “bombebarankirina” berdewam ya mêdyayên navneteweyî û kanalên telegram yên Îranê.Îranzan Vardan Voskanyan dide zanîn ku sedema wê jî belavbûna zanyarîyên li ser armanckirina îhtîmala Îranê ya li ser axa Adirbêcanê wek bazgeha Îsrayêlê ye.
“Zehmet e ku bi zelalî bê gotin ku ev nûçe çiqas rast in, lê ev rastîyek e ku du roj berê, di 12 ê tebaxê, Bekû ji tirsa tolhildana Îranê bi fermî hebûna hêzên Îsrayêlê di nav axa xwe de red kir. Li gorî vê înkarê, eşkere tirs li Bekûyê heye, ji ber ku, li gorî belgeyên ku ji hêla “WikiLeaks” ê ve hatine eşkere kirin, dîktatorê Bekûê bixwe bû ku sal berê ragîhandibû ku têkilîyên Adirbêcan-Îsrayêlê mîna berfê qeşayê ne, tenê beşek piçûk ji wê xuya ye.
Li gorî hin pisporan, Îsrayêl ku ji ber zexta derûnî ye, li benda derbeya yekem e li ser rêya Adirbêcanê û bi taybetî jî li ser baregehên xwe yên leşkerî ku bi salan e li herêmên dagirkirî yên Arsaxê hatine çêkirin. Ev yek jî dîyar dibe ku vê dawiyê Têl Avîvê ferman da leşkerên xwe yên li Adirbêcanê ku yekser vegerin welatê xwe.
Eva jî piştî wê yekê ye ku rojnameya “Telegraf” ya brîtanî, ser bi alîkarê serokkomarê Îranê, piştrast kir ku Pêzêşkyan ferman daye ku baregehên Îsrayêlê li Adirbêcanê bikin armanc. Lê pispor dîyar dikin ku di vê derbarê de ti daxuyanîyek fermî ji alîyê Îranê ve nehatîye dayîn. Li gorî Aram Şahnazaryan, sernivîskarê rojnameya “Alîk” ku li Tehranê tê weşandin, ev agahî ji bo pêşîgirtina li Îsrayêlê hatîye organîzekirin.
“Ji ber ku di opêrasyonên bi vî rengî de, em hemî dizanin ku her tişt veşartî ye, û niha yek ji pirsgirêkên sereke yên Îsrayêyêlê ew e ku di şerê psîkolojîk de winda dike”.
Duh, piştî serdana xwe ya Moskvê, rêberê Felestînê Mehmûd Abas ragîhandibû ku “di çend rojên bê de, heta çend sehetên bê jî, dibe ku Îran biryara êrişa li ser Îsrayêlê bide”. Di vê navberê de Îran li ser sînorê Adirbêcanê li behra Kaspîyê dest bi tetbîqatên deryayî dike.
Îranzan Vardan Voskanyan: “Tenê tiştek eşkere ye: çalakîya tolhildanê ya Îranê dê pêk bê û wê bê hempa be, û vebijarkên vê yekê pir mezin in, ji êrîşa mûşekî û firokeyên bêfirokevan yên hevbeş ji axa Îranê bi xwe, heta tevlîbûna berfireh ya vê yekê, satêlaytên herêmî yên welat. Hêzên wek Hêzbollah, yan jî tevgera berxwedana Îraqê. Ji ber vê yekê, alîyên îranî xwedîyê gelek amûran in û dê hemû derfetên ku ji alîyê wê alavê ve hatine dayîn, bikar bînin”.
Lê belê, hin pispor destnîşan dikin ku ev amûr dikare danûstandinan jî bihewîne, ku tê de Îran dikare dev ji tedbîrên tolhildanê yên soza xwe berde di berdêla hin peymanan de li ser mijarên ji bo wê girîng in, wek sivikkirin yan rakirina sizayan, yan jî vegerandina Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê bo navokî.Di vê navberê de pisporê mijarên herêmî Karên Hovhannîsyan îhtîmala pêşketineke bi vî rengî bi tenê ji holê radike.
“Îran di her şert û mercên navborî de dev ji fikira cezakirina Îsrayêlê bernade. Tenê di rewşekê de Îran dikare cezakirina Îsrayêlê red bike. Di navbera Îsrayêlê û Felestînê de ew belge îmzekirina belgeyekê ye, ku bi wê yekê Îsrayêl wê axa Felestînê ya zîvala Gazayê jî nas bike. Ji bo Îranê avakirina herêmeke ewlekarî ya demdirêj ji bo nimûne her destwerdana demkurt, ku dibe ku em bifikirin piştî çend mehan di bin hinceteke din de bê bikaranîn, pir girîngtir e. Em behsa betalkirin û sivikkirina cezayan dikin ku niha dikarin bên betalkirin yan jî sivik bibin û piştî çend mehan careke din werin sepandin.”
Li gorî Reutersê, Tehran tenê bi şertekî dikare dev ji plana êrîşa li ser Îsrayêlê berde. Li gorî mêdyayê, 3 dîplomatên pilebilind yên Îranê gotine ku Îran li ser rêkeftina agirbestê gotûbêj dike ji bo bidawîanîna şerê li Gazayê ku ev meha deh e berdewam dike.
Rayedarekî payebilind yê îranî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê re gotîye: “Eger ev danûstandin bi ser nekevin, Îran û hevalbendên wê dê raste-rast êrîşî Îsrayêlê bikin”.
Hêjayî gotinê ye ku ev fikir îro berê jî ji alîyê serokê Amêrîkayê Co Baydên ve hatibû gotin.
“Ez hêvî dikim ku Îran ji derbeya muhtemel a ku li Îsrayêlê li Şerîda Gazayê bê kirin, xwe dûr bixe. Ez li benda wê me”.Serokê Koşika Spî gotîye, di heman demê de tekez kir ku êrîşeke muhtemel ya Îranê wê pêrspêktîfên rêkeftina di navbera Îsrayêlê û tevgera HAMAS ê Filistînî aloz bike.