H’emû nûçeSereke
Telîmên leşkerî, yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv destpê bûne: Ermenîstan beşdar nabe
Li qeza Rûsîyayêye Novosîbîrskê merasîma vekirina telîmên leşkerî, yên Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv pêk hatîye. Li gorî ragîhandina malpera organîzeyê,organên karên hundur, ewlehîya miletîyê û qulixdarîyên şerkarîya dijî narkotîka, yên ji Rûsîyayêy, Bêlarûsê, Qazaxistanê, Tacîkstanê û Qirqizstanê beşdarî telîma dibin.
Ermenîstan beşdarî wan telîma nabe.
“Roja îroyîn li dinîyayê û li zona cabdarîya organîzeyê, meriv dikare bêje, wekî hal sincirî û girane.Em amadene her dem bona çareserkirina ewlehîyê li her herêmekê bişuxulin”,-cîgirê sêkrêtarê organîzeyê Valêrî Sêmêrîkov gotîye.