Li dijî beşdarbûna Rûsîyayê ya di mûzakereyan de hîn ne sîyaseteke dijî rûsî ye:parlamêntarê miclîsê
Em hevkarîya sîyasî ya bi Rûsîyayê re red dikin, serokê Rûsîyayê Vladimîr Pûtîn ji bo me ne hevalbendeke baş e. Parlamêntarê fraksîyona “Peymana sîvîl” ya li miclîsê Hakob Aslanyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê News.am ê re ragîhandîye.
Ewî gotîye ku dema serokwezîrê Ermenîstanê dibêje ku Rûsîya nikare di danûstandinan de bibe navbeynkar, ew bi xwe behsa danûstandinan dike, ji bo forma sîyasî, lê divê ev yek di warên din yên têkilîyên ermenî-Rûsîyayê de neyê xuyang kirin.
Di nirxandina wî de, Rûsîya di danûstandinan de ji ya Ermenîstanê zêdetir berjewendîyên Adirbêcanê diparêze. “Lê ev nayê wê wateyê ku divê em li ser wî welatî tiştên xirab bêjin. Divê têkilîyên bêalî bên domandin”. Wekîl destnîşan kir ku nûnerên rayedarên Ermenîstanê, ku ew jî di nav de ye, bi tundî li ser Rûsîyayê axivîn, lê ew li ser mijarên sîyasî bû.
“Demek berê Ermenîstan rastî metirsîya darbeyê hat û yek ji nivîskarên wê derbeyê dibe ku Rûsîya be, lê ev nayê wê wateyê ku divê bi gotinên êrîşkar behsa wê bê kirin. “Eger em li dijî navbeynkarîya Rûsîyayê di danûstandinên li gel Bekûyê de bin, ev nayê wê wateyê ku em sîyaseteke li dijî Rûsîyayê dimeşînin”,- parlamêntar destnîşan kir ku rayedarên Ermenîstanê hestên li dijî Rûsîyayê yên di nava civakê de mezin nakin.
Di heman demê de, ewî bawerî anî ziman ku Ermenîstan di warê aborî de bi tevahî ne girêdayî Rûsîyayê ye. “Ew girêdayê ku di dema Sovyêtê de çêbûye, îro bi 42 selefîye.”Di heman demê de, Ermenîstan li ser rêya întêgrasîyona Avropayê ye, ji bo zêdekirina kalîteya hilberên çêkirî xebat têne meşandin da ku hêjmara hinardekirina welatên avropî zêde bibe”,-parlamêntvan daye kifşê.