Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di dema pêşkêşkirina gotarekê de li nav pêşangeh û konfêransa pêncê ya HITEX ragîhandîye: “Herêma Kurdistanê pêngavên baş ber bi dîjîtalkirina kar û barên hukumetê ve avêtine. Bi rêya bicîhanîna stratêjîya werçerxana dîjîtalî jî, guhertinên cûnî di gîhandina xizmetkarîyên giştî ji bo welatîyan de bi awayekî bilez û pêşkeftî peyda dibin”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa gotîye: “Îro şoreşa têknolojî û jîrîya destçêkirî werçerxaneke mezin di jîyana me de di hemî waran de çê kirîye, çi di gîhandin û peywendîkirinê de be yan jî xwandin û fêrkirin û tendirûstî û bazirganîyê”.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye: “Karwanê guhertin û pêşkeftinan berdewam û bilez e û divê em kar bikin ku bi baştirîn awa feydeyî jê werbigirin û herwesa em xwe ji bo qebxwazî û wan arêşeyan jî amade bikin yên ku rû bi rûyî me dibin, ji ber ku raste têknolojîyayê jîyana me hêsantir û xweştir kirîye lê divê em wê bi jîrî û berpirsyarîtî û pêxemetî xizmeta mirovatîyê bi kar bînin”.