H’emû nûçeSereke

Rûsîya nahêle Ermenîstan dewletbûna xwe ava bike: “Peymana sîvîl”

Ermenîstan li ser rêya avakirina dewletbûna xwe ye û Avropa jî di vê mijarê de alîkarîya me dike, Rûsîya jî me asteng dike. Parlamêntarê fraksîyona “Peymana  sîvîl” ya li miclîsê Hakob Aslanyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê News.am ê re ragîhandîye.

Li gorî nirxandina wî, Rûsîya dixwaze li Ermenîstanê hêza xwe ava bike, bi navê “Korîdora Zangezûrê” bigire û hemû pirsgirêkan bigire. “Rûsîya naxwaze Ermenîstanê wek dewleteke serbixwe bibîne û Avropa jî dibêje ku ew ê di rêya avakirina wê de alîkarîya me bikin. Ev hemû cudahî ye. Yek alîkarîya me dike û ya din jî me asteng dike.”

Aslanyan anî ziman ku di wê bawerîyê de ye ku serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv kesayetek pir piçûk e ku fêm nake ku ew tenê lîstikek di destên kesên din de ye. “Elîyêv planên Tirkîyayê û Rûsîyayê pêk tîne û ez bawer nakim ku ew bi awayekî serbixwe sîyasetê bimeşîne. Berevajî wî em hewl didin sîyaseteke wiha bimeşînin, lema zextê li me dikin. Bi taybetî, ew behsa Rûsîyayê dike, ku naxwaze me berde”,- parlamêtvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button