H’emû nûçeSereke
Ermenîstan wê beşdarî civîna nefermî ya Hevalbendîya Welatên Serbest bibe
Ermenîstan wê beşdarî civîna nefermî ya Hevalbendîya Welatên Serbest ku gulana sala 2025 a we bê lidarxistin bibe. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Mnasakan Safaryan li parlamênta neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re gotîye.
Sekreterê çapemenîyê yê serokê Fêdêrasyona Rûsyayê Dmîtrî Pêskov ragîhand ku di gulana sala 2025 a de bi helkefta 80 emîn salvegera serkeftina Şerê Mezin yê welatparêz wê li Moskvayê civîneke nefermî ya Hevalbendîya Welatên Serbest bê lidarxistin.
Alîkarê wezîrê karên der yê Komara Ermenîstanê li ser pirsa rojnamevanan ku gelo wê Ermenîstan beşdarî civîna nefermî ya Hevalbendîya Welatên Serbest bibe yan na? “Belê, em ê li ser format û rojevê agahdar bikin”.