H’emû nûçeSereke

Fransya hişyarî dide welatiyên xwe ku serdana Adirbêcanê nekin

Wezîreta Fransyayêye karên der hişyarî da hemwelatîyên xwe, ku hemwelatîyên dualî jî di nav de ne, heta egerên lezgîn nebin, serdana Adirbêcanê nekin.

Li gorî wezîretê, hemwelatîyên Fransîyayê, di nav de hemwelatîyên dualî, ku li Adirbêcanê ne, dibe ku bên binçavkirin, bi awayekî  bên girtin, metirsîya dadgehkirineke neadil jî heye.

Wezîreta karên der hişyarî dide ku tûrîst û rêwîyên karsaz jî di xetereyê de ne. Her wiha destnîşan dikin ku di dema binçavkirinê de parastina mafên bingehîn nayên garantîkirin.

Rayedarên Fransîyayê serdana herêmên ku bi Ermenîstanê re hevsînor in, her wiha Qerebaxa Çîya û herêmên cînar jî pêşnîyar nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button