Li Adirbêcanê nikarin proseyên mehkemêye serbest, yên dijî ermenîyên êtnîk bêne mîyaserkirinê: parêzera mafên mêriv
Li Adirbêcanê nikarin proseyên mehkemêye serbest, yên dijî ermenîyên êtnîk bêne mîyaserkirinê.Parêzera mafên mêriv ew yek raberî hevkarên navneteweyî kirîye.Derheqa wê yekêda,piştî civîna hukumatê, parêzera mafên mêriv Anahît Manasyanê gotîye rojnamevana, dema ku ewê derheqa wê yekêda xeberdaye ku pêşerojêda matêryalên derheqa serokên Qerebaxêye berêda, yên ku li Bekûyê tên xweykirinê, wê derbazî mehkemê bibin.
Anahît Manasyanê daye dîyarkirinê,wekî pirsa girêdayî dîlên ermenîva neketîye nava doranên mandata parêzerê mafên mêriv û ew bi hesabhildana prînsîp û qîmetîyên mafên mêrive tomerî nêzîkî wê pirsê dibin. “Bi hesabhildana cêrge pirsa, ew yek tîne ser wê fikirê,wekî ev pêvajo ne anegorî prînsîpên mafe”,- ewê gotîye. “Em hemû jî fem dikin,wekî helkirina van pirsa tenê li ser rasta hiqûqî nayêne mîyaserkirinê”,- ewê gotîye.