H’emû nûçeSereke

Alîkarê serokê komîsîyona Avropayê ji bo destpêkirina dîyaloga sîyasî ya li ser serbestkirina vîzayê wê bê Yêrêvanê

Alîkarê serokê komîsîyona Avropayê Margarîtîs Sxînas ji bo destpêkirina dîyaloga sîyasî ya li ser serbestkirina vîzayan wê  bê Yêrêvanê.

 Li gor rapora nûçegîhanê “Armênpress”ê li Brûsêlê, komîsîyona Yekîtîya Avropayê da zanîn ku cîgirê serokkomar Sxînas bi serokkomar Vahagin Xaçatûryan, serokwezîr Nîkol Paşînyan û wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan re ji bo gotûbêjkirina destpêkirina dîyaloga li ser azadkirina rêjîma vîzayê bicive, di warên  hevkarîya bernameyê di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de.

Daxuyanîya çapemenîyê ya komîsîyona avropî dîyar dike ku destpêkirina dîyaloga sîyasî ya li ser serbestkirina vîzayan bi alîkarê serokwezîr Mihêr Grîgoryan re îşareteke bihêz ya biryardarîya Yekîtîya Avropayê û welatên endamên wê ye ji bo kûrkirina hevkarîyên ji xwe xurt di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de.

Armanca dîyalogê ji holê rakirina vîzaya ji bo welatîyên  Ermenîstanêda rewşa mayîna demkurt ya li Yekîtîya Avropayê  de ye. Ev yek wê mimkûn be tenê dema ku rayedarên Ermenîstanê di warên sereke yên wek ewlehîya belgeyên rêwîtîyê, rêveberîya sînor, mafên bingehîn yên girêdayî azadîya tevgerê û hejmareke warên din de rêformên girîng pêk bînin.

“Wek ku ezmûna bi welatên sêyemîn re nîşan daye, ev dîyaloga bi Ermenîstanê re wê pêvajoyeke çend salî be, ku dê bi hevkarîyeke nêzîk bi welatên endamên Yekîtîya Avropî re bê meşandin da ku pêşveçûyînên rêform û pêşveçûyînan bişopînin. Di serdana xwe de cîgirê serok wê bi xwendikarên zanîngeha Yêrêvanê re jî li ser pêşketinên girîng yên vê dawîyê di têkilîyên di navbera Yekîtîya Avrorpayê û Ermenîstanê de û pêrspêktîvên kûrkirina wan peywendîyan li ser bingeha nirxên hevpar gotûbêj bike”,- di daxuyanîya komîsyona Avropayê de hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button