H’emû nûçeSereke

 “Korîdora Zengêzûrê” korîdoreke sexte ye û xeta sor ya Îranê ye:Êbrahîm Ezîzî

Serokê parlamênta ewlehîya neteweyî û sîyaseta der ya Îranê Êbrahîm Ezîzî ragîhandîye ku “Korîdora Zengezûrê” korîdoreke sexte ye û bi rastî jî di bin navê vê korîdorê de hin projeyên kêmkirina hêza leşkerî û sîyasî ya Îranê hene.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, ji zarê Mêhr rasteqîne, Îbrahîm Ezîzî li ser helwesta herî dawî ya Rûsîyayê li hevdîtina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv derbarê “Korîdora Zengîzûrê” de gotîye: “Eşkere ye ku geşedanên jêopolîtîkî yên girêdayî “Korîdora Zengîzûrê” ne di berjewendîya welatên herêmê de ye û Îran jî bi awayekî katêgorî li dijî wê ye”.

 “Îran hişyarîyê dide wan kesên ku xwedîyê xeyalên wiha ne ku dê encamên biryarên wiha li ser wan giran û giranbiha bin”,-Ezîzî elam kirîye.

 “Komara Îslamî ya Îranê bi rêberîya aqilê hevpar, tu carî naxwaze alozîyê li navçê çêbike”,- Ezîzî gotîye,wekî ji alîyê din ve, eger metirsî li ser yekparçeyîya axa wî welatî çê bibe, wê xwe biparêze.

Wî bal kişande ser wê yekê ku Îran ji nêzîk ve geşedanên li herêma Kafkasîya Başûr dişopîne û bal kişand ser wê yekê ku Îranê çend caran bi awayên cuda ji welatên navçê re ragihandîye ku ev korîdor wek xeta wan ya sor tê dîtin û her guhertin û kiryarek di wê de wê bi awayekî cidî bibîne û bersiva bibiryar ji Îranê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button