Tu hêz nikare pêwendiya Îranê û Ermenistanê dûrxe: Armên Grigoryan
Sekrêtarê encumena asayişa Ermenistanê Armên Grigoryan li hevdîtina bi Mehdî Sobhanîyê balyozê kar û barên der yê Îranê gotîye, sînorê Ermenistanê û Îranê sînorê aştî û dostaniyê ye û tu hêz nikare wî dûrxe. Komara Îslamî ya Îranê li Ermenistanê li ser rûpela xwe ya X ê radigihîne.
Mehdî Sobhanî li ser helwesta Komara Îslamî ya Îranê li bara neguhêrbûna sînorên navneteweyî, dijberiya li himberî her guhertineke jeopolîtîkî û piştevaniya ji yekparçeyiya axa cînara pêgirî kir.
Sekrêtarê konseya ewlehiyê ya Komara Ermenistanê spasiya xwe ji bo piştgirîkirina yekparçeya axa Ermenistanê û helwesta Komara Îslamî ya Îranê li ser neguherîna sînorên navneteweyî nîşan da.
“Sînorê Ermenistanê û Îranê sînorê aştî, dostanî û jiyana hevbeş ya aştiyane ye.Wezîrê karên der yê Îranê her wiha gotîye, Ermenistan giringiyeke taybet dide peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê û tu hêz nikare pêwendiya axa Îranê û Ermenistanê dûrxe”,-ewî gotîye.