H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê sê rojan bibe “paytexta tûrîzma şerabê ya cîhanê”

Forûma tûrîzma şerabê ya cîhanê wê di navbera 11-13 ê îlonê wê li Ermenîstanê bê lidarxistin. Seroka beşa hevkarîya navneteweyî ya komîtêya geştîyarîyê ya wezîreta aborîyê Sona Hovhannîsyan û serokê weqfa rezvanî û şerabçêkbrinê ya Ermenîstanê Zarûhî Mûradyan di civîna çapemenîyê de hûrgilîyên bûyera pêşwext raber kirin. Zêdayî 100 pisporên ji 36 welatan wê beşdarî konfêransê bibin, di nav wan de pisporên ji Portûgalyayê, Japonyayê, Argêntînayê, Hindistanê û welatên din hene.

Armanc û pirsên forûmê, berî her tiştî, raberkirina şerab û kevneşopîyên ermenî yên yekta ye û hilbet bi têkilîyên navneteweyî ve danasîna tûrîzma şerabê ye. Beşdar wê karibin serdana şaneyên Ermenîstanê, şikeftên kevinar yên wek Arênî û mûzexaneyên şerabê bikin. Di bernameyê de dersên mastêr, bûyerên çandî û tamkirinê hene. Sona Hovhannîsyanê wiha gotîye: “Em ê hewl bidin ku her tiştê me nîşanî mêvanan bidin”.

Konferans wê têkilîyên navneteweyî xurt bike û di derbarê şerabên ermenî de hişyarîyê bilind bike, ev yek wê di pêşveçûyîna tûrîzma şerabê de li welêt bibe gaveke girîng. Ermenîstan wê sê rojan bibe “paytexta tûrîzma şerabê ya cîhanê” û mîrata xwe ya dewlemend nîşan bide.

Li gorî Mûradyan, “em ê alîkarîya wan bikin ku hîn bibin û potênsîyala şerabên Ermenîstanê bibînin”. “Hevkarîya aktîv ya bi şarabçêkiran re, tevlêkirina wan di bernameya forûmê de û peydakirina derfetan ji bo mezinbûn û pêşketina wan mijarên girîng in. Ji bo ku Ermenîstan di nexşeya welatên hilberîner yên şerabê de cîh bigire, em hewl didin bernameyeke berfireh çêbikin”.

Organîzator tekez dikin ku ev çalakî wê bibe yekemîn forûma di vê astê de di warê tûrîzma şerabê de li Ermenîstanê. Li darxistina konfêransê dê bihêle ku Ermenîstan mîrat û şîyanên xwe yên bêhempa li ser asta cîhanê ragihîne. Konfêrans dê derfetek bêhempa bide Ermenîstanê ku kevneşopîyên xwe yên şerabê nîşan bide, têkilîyên navneteweyî saz bike û opozîsyona welêt li ser nexşeya şerabê ya cîhanê xurt bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button