“Ermenîstanê hemû hevkar vexwendine”: bona çi ji Rûsîyayê mêvanên derecebilind beşdarî “Dîyaloga Yêrêvanê” nabin?
Bona hemû hevkarên xwe Ermenîstanê vexwendin şandine ku ew beşdarî hemcivîna navneteweyî, ya bi sernavê “Dîyaloga Yêrêvanê” bibin.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê wezîreta Ermenîstanêye karên der Davît Karapêtyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku bona çi ji Rûsyayê mêvanên derecebilind beşdar nabin.
“Wê diha rastbe, ku wê pirsê bidine alîyê rûsa.Me bona hemû hevkarên xwe vexwendin şandine”,-ewî gotîye û serda zêde kirîye,wekî ji tu kesî înkarkirin nehatine stendinê.
Sêkrêtarê wezîreta karên der daye dîyarkirinê,wekî alîyê tirka jî hatîye vexwendinê.
Bi gotina wî, li ser vê platformê ne tenê pirsên derheqa Ermenîstanê, lê yên derheqa temamîya herêmêda tên gotûbêjkirinê.Çi ku derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da ye, Karapêtyan gotîye,wekî ew yek xwestina bona vekirina rêyên herêmîdane. Em bêjin,wekî li Yêrêvanê hemcivîna navneteweyî, ya bi navê “Dîyaloga Yêrêvanê destpê bûye, beşdarî kîjanê dibin şuxulkarên sîyasî, zanist, wekîlên civaka sîvîl û sêktora şexsî, bona ku pirsên global bêne gotûbêjkirinê. Rêberên welatên cuda-cudaye derecebilind jî beşdarî civînê dibin.