SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî bi mezinên cîhanê re tevlî konfêransa COP29 ê dibe

Lihevkirina li ser armanceke nû ya darayî ji bo alîkarîkirina welatên nûgehiştî ji bo xweguncandinê bi rengvedanan re, mezintirîn erkê konfêransa guherîna keşûhewayê ya neteweyên yekgirtî (COP29) ye, ku biryar e li mijdara îsal li Bekûyê, paytexta Adirbêcanê bê lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî  pêşwazî li balyozê Adirbêcanê li Îraqê Nasir Memedov kir.

Di hevdîtinê de, balyozê Adirbêcanê silavên serokkomarê Adirbêcanê gîhandin serokwezîr Mesrûr Barzanî û ew vexwendibû lûtkeya cîhanî ya keşûhewayê (COP29) ku biryar e meha mijdarê li Bekûyê bê lidarxistin.

Nameyek ku  ji alîyê komîsyona guherîna keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû weşandin, heft bijare li xwe girtibû, ku helwêstên cuda yên welatan ji bo gihîştina lihevkirineke muhtemel di dema konfêransê de nîşan dide.

Li gorî Reutersê, fînansmana nû ya armanckirî tê pêşbînîkirin ku şûna pabendbûna heyî ya welatên dewlemend bigire ku salê 100 mîlyard dolar ji welatên pêşkeftî re ji bo encamên guherîna keşûhewa peyda dike.

Welatên nû pêşkeftî yên armanc dikin ku byûcê zêdetir ji 100 mîlyard dolarî be, lê welatên bexşîner, mîna Kanada û Yekîtîya Avropayê, dibêjin byûcêyên wan yên neteweyî kêm bûne.

Tê pêşbînîkirin, heta sala 2050 î zêdetirî 14 mîlyon mirov bi sedema qeyrana keşûhewayê canê xwe ji dest bidin.

Serokê COP29 û wezîrê jîngeh û çavkanîyên xwezayî yê Adirbêcanê Mûxtar Babayêv di daxuyanîyekê de gotîye: “Me rêyeke dûr û dirêj derbas kirîye, lê hîn helwestên cuda hene û divê em wan nêzîkî hev bikin”.

“Wê danûstandinên berfireh ji alîyê serokatîya konfêransê ve li ser armancên byûcêyê, berî konfêransa li Bekûyê bêne organîzekirin”.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Welatên pêşketî armanc dikin ku salane 441 mîlyard dolar alîkarî bidin. Ji bilî wê, armanca wan e bi tevahî 1.1 trîlyon dolar ji hemî çavkanîyan berhev bikin”.

Bijardeyeke din ku helwêsta Yekîtîya Avropayê nîşan dide û armanceke darayî ji bo rû bi rûbûna guherîna keşûhewa li çaralîyê cîhanê datîne ku salane zêdetirî  trîlyonek dolar e, di nav de veberhênana navxweyî û netewayetî û fînansekirina taybet.

Herwiha Yekîtîya Avropayê banga beşdarîya çînê di fînansekirina nû ya armanckirî de dike. Çîn niha welatê herî mezin ê qirêj ê cîhanê ye û duyemîn aborîya herî mezin e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 01.12.2023 li bajarê Dûbayê beşdarî merasîma vekirina lûtkeya cîhanî ya keşûhewayê (COP28) bû û ji alîyê serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan û sêkrêtarê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêþ ve hatibû pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X” ê nivîsîbû: “Çareserkirina guherîna keşûhewayê, pêwîstîya wê bi hewlên hevbeş heye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button