Ji bo ku Ermenîstan bikaribe xwe biparêze divê em têkevin nav xwe:sênatorê amêrîkî
Piştî serdana Ermenîstanê, her kes bandor li wê yekê kir ku welat di demeke kurt de çiqas guherîye, bi dijwarîyên li herêmê re têkoşîn dike, û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dikare ne tenê di alîkarîya Ermenîstanê de di avakirina welatek dêmokratîk de, lê di avakirina têkilîyên nêzîk de jî roleke mezintir bilîze bi Rojavayê re. Serokê komîteya têkilîyên der ya sênatoyê Bên Kardîn di rûniştina ku ji alîyê komîsyona Hêlsînkîyê ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ve ji bo piştgirîkirina dêmokrasîya Ermenîstanê û paşeroja Rojava hatîye organîzekirin, ev tişt ragîhand.
“Ermenistan welatek e ku dixwaze biryara paşeroja xwe bide. Û ew zehmet e ji ber ku faktorên derveyî hene ku ev zehmet e. Girîng e ku em ne tenê tehdîdên lezgîn, di heman demê de erdnîgarîya berfireh, rola ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dikare di dabînkirina pêşerojeke serbixwe, dêmokratîk, dewlemend ya ermenîyan û herêmê de bilîze jî fêm bikin”.
Sênator amaje bi gefên raste-rast yên Adirbêcanê jî kir û got: “Adirbêcana herî dawî hat û Qerebaxa Çîya hilda, paqijîya etnîkî kir. Ne tenê tevahîya grûbek etnîkî ji cîh û warên xwe kirin, di heman demê de mîrata çandî ya herêmê jî xistin bin xeterê”. Adirbêcan di warê ewlehîyê de xwe dispêre Rûsyayê û Rûsya jî dibêje “herin her tiştî hildin”. Sênator dîyar kir ku hîna jî hebûna Rûsyayê li Ermenîstanê heye û hay jê heye ku ew hewl didin hin hebûna Rûsyayê li vir ji holê rakin. Sênatorê amêrîkî her wiha got, cînarên Ermenîstanê yên dijwar hene.
“Rûsyaya ku ji bo Ermenîstanê, Adirbêcanê ku me qala daxwaza wan kir, ne pêbawer e, ne tenê Qerebaxa Çîya xist bin qirkirina etnîkî, her wiha axa Ermenîstanê jî bi dest xist. Îrana me jî ne pêbawer e, Tirkîya jî heye. Em hemû hêvî dikin ku Ermenîstan û Tirkîya têkilîyên xwe bi rêkûpêk bikin, niha sînor girtî ne. Ji bo ku Ermenîstan bikaribe xwe biparêze, biryarên serbixwe bide û Rûsyayê ji welêt derxîne, divê em têkevin nav xwe. Ev jî tê wateya birêkûpêkkirina têkilîyên Ermenistanê û Adirbêcanê, Ermenîstan û Tirkîyayê”,-Bên Kardîn elam kirîye.