SerekeSîyasî

Serok Barzanî bo Têhranê hat vexwendin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan bi fermî serok Mesûd Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.

Serok Mesûd Barzanî   12 ê îlonê li Hewlêrê pêşwazî li serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pêzêşkiyan kir.

Li gorî daxuyaniya baregeha Barzanî, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, hatin kirin û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di warên siyasî, aborî û çandî de hate kirin.

Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Serokkomarê Mesûd Pêzêşkiyan bi fermî serok Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike”.

Pêzêşkiyan  11ê îlonê denê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de gotîye: “Peywendiyên me li gel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin”.

Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lema herdu alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button