Sîyasî
Wezîrên Ermenîstanê û Çînistanêye parastinê hevkarîya leşkerî girîn hesab kirine
Nava dorana seredana li Çînistanê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî wezîrê Çînistanêyî parastinê Dûn Szyûn hatîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêyê parastinê elam kirine.
Wextê hevdîtinê derheqa pêwandîyên herdu welatada, yê nava govekên cuda-cudada, usa jî goveka parastinêda, girîng hatine hesabkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nava salên dawîda hevkarîya leşkerî pêş ketîye û berbi alîyên nû çûye.
Wezîra dane dîyarkirinê,wekî ew amadene hevkarîyê zedetir bidine pêşxistinê, Usa jî cêrge pirsên navneteweyî û herêmî hatine gotûbêjkirinê.