Dadgeha cezayê giran biryara dadgehê ya di derbarê Robêrt Koçaryan û yên din de betal kir: wê ji bo mûayeneyeke nû bê şandin
Dadgeha cezayê giran ya dijî gendelîyê biryara dadger Anna Danîbekyan ya sala 2021ê ya betalkirina doza serokê duyemîn yê Komara Ermenîstanê Robêrt Koçaryan, sekreterê giştî yê berê yê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve Yûrî Xaçatûrov, wezîrê parastinê yê berê Sêyran Ohanyan û cîgirê serokwezîrê berê betal kir.
Li gorî “Armênprêss” ê, di peyama dadgeha bilind de behsa vê yekê hatîye kirin.
Hate dîyarkirin ku dosya ji bo lêkolîna nû ji dadgeha têkoşîna li dijî gendelîyê re hatîye şandin. “Li gorî biryara 12 ê îlonê dadgeha cezayê giran ya 26 ê mijdara sala 2021 ê betal kir û dosya ji şandeyê re şand, dadgeha dijî gendelîyê.” Vê biryarê hişt ku dozgerî tawanên li dijî Robêrt Koçaryan û yên din ji nû ve binirxîne û lêpirsînek nû bide destpêkirin.
Serokkomarê duyem Robêrt Koçaryan, alîkarê serokwezîrê berê Armên Gêvorgyan, wezîrê parastinê yê berê Sêyran Ohanyan û serefermandarê giştî yê berê û sêkrêtarê giştî yê berê yê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve Yûrî Xaçatûrov ji ber xala 300.1 ya qanûna ceza ya Ermenîstanê (xerabkirina pergala destûrî) hatin sûcdarkirin. Dadgeha Yêrêvanê di 6 ê nîsana sala 2021 ê de, ji bo rawestandîna dosyaya sûc ya Robêrt Koçaryan, Armên Gevorgyan, Sêyran Ohanyan û Yûrî Xaçatûrov tezkereya alîyê parastinê ya doza “1 ê adarê” qebûl kir.