Li Qerebaxê jênosîd çêbûye: li Ermenîstanê jî jênosîd çêdibe û Elîyêv dizane ku ev mesele wê rojekê derkeve hole: Okampo
Rayedar ji meşandina danûstandinan berpirsyar in, em ne di wê pêvajoyê de ne, ne karê me ye, lê em piştrast in ku yên qirkirin pêk anîne divê bixin girtîgehan. Serdozgerê berê yê dadgeha cezayê ya navneteweyî Lûîs Morêno Okampo 13 ê îlonê di civîneke çapemenîyê de li Yêrêvanê ev yek ragîhand.
“Zêdetirî 100 welatên ku tevlî peymana jênosîdê bûne hene û ew ji bo pêşîgirtina li sûcê qirkirinê tevdigerin. Pêşîlêgirtin jî tê wateya girtina kesên jênosîd kirine. Ji bo vê prosêdûreke zelal heye, ez hêvî dikim ku ev pêvajo bi dawî bibe.
Beriya niha li Qerebaxê jênosîd hatîye kirin û ev ne tenê daxwaza Ermenîstanê ye, divê 152 welat daxwaza wê bikin”,-ewî gotîye.
Okampo amaje bi kêmkirina xelkê Arsaxê jî kir û got, her çendî ku Arsax ne beşeke ji Ermenîstanê ye, lê Adirbêcan e, lê mînakeke li Myanmarê heye ku xelkê deverê ji Myanmarê koçber bûne û bo Bangladeşê hatine veguhestin. “Bangladeş welatekî yekîtiya xiristîyan-dêmokrat e û sirgûnkirin jî sûcê mirovahîyê ye. Heman tişt li ser Qerebaxê jî çêbû.
18 ê nîsanê Kasya Abgaryanê li dadgeha Haagayê dozeke pir balkêş raber kir û nîşan da ku niha li Ermenîstanê jênosîd çawa tê kirin. Hin gundên li ber wêrankirinê ne, rastî qirkirinê hatine. Elîyêv dizane ku wê ev mijar bên rojevê.Natanyahû îro jî heman tiştî dike. Bi gotineke din, Ermenîstan bi tevlîbûna Yekîtîya xiristîyan-dêmokratîk bû xwedî sîstemeke nû ya parastinê”,-Okampo gotîye.