H’emû nûçeSereke

Andranîk Koçrayan daye zelalkirinê ku Ermenîstan bona çi ji elametîya 9 ê mijdarêye sêalî dernakeve

Bona helkirina pirsgirêkên heyî, Ermenîstan gerekê îmza elametîya 9 ê mijdarêye sêalî paşda hilnede. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pirsên parastinê û ewlehîyê, Andranîk Koçaryan gotîye û daye zelalkirinê ku bona çi Ermenîstan ji elametîya 9 ê mijdarêye sêalî dernakeve.

“Li ser dokûmênta elametîya 9 ê mijdarê sê îmze hene: Rûsîya, Adirbêcan û Ermenîstan bona xweykirina agirbestê borcdarî hildane ser xwe.Niha gelek dibêjin ku bona çi Ermenîstan ji elametîyê dernakeve û îmzên xwe paşda hilnade? Ermenîstan gerekê îmzên xwe paşda hilnede, bona ku pirsgirêkên mayîn bikaribin bi rîya dîplomatî bidine helkirinê. Nava wê yekêda usa jî mecala vegera ermenîyên Arsaxê jî dikarin lê binihêrin. Herdu alîyên elametîyêye mayîn borcdarîyên xwe neqedandine”,-Koçaryan gotîye. Bi axaftina derheqa wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” da, Koçaryan gotîye, wekî ev hemû pirs nava dorana fikirdarîya peymana aşîtîyêda û  bona pêşxistina sîstêma Ermenîstanêye ewlehîyê tên helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button