H’emû nûçeSereke

Bona modêrnîzasîyakirina balafirên leşkerîye Су-30 Ermenîstan tevî Hindistanê nava danûstandinadane: Hindustan Times

Bona modêrnîzasîyakirina balafirên leşkerîye Су-30 Ermenîstan tevî Hindistanê nava danûstandinadane. Derheqa wê yekda Hindustan Times ê nivîsîye.

“Em têra dibînin ku balafirên xweye Су-30  tevî kompanîya Hindistanê bidine modêrnîzasîyakirinê, çimkî nava wê govekêda cêribandina wane mezin heye”,- li gorî nivîsara rojnamê, serokê îdara hêzên Ermenîstanêye leşkerîye hewê Hovhannês Vardanyan gotîye.

Li gorî nivîsara rojnamê, dikevine nava modêrnîzasîyakirina balafira usa jî  mecalên şerê êlêktronî û sîlih. Em bêjin,wekî Ermenîstanê pêşda cêrge peymanên bona kirîna sîstêmên Hindistanêye artîlêrîyayê û sîlihên mayîn mor kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button