Pêşengeha peykerê xwedawenda Anahîtê wê gelek geştîyaran bîne Ermenîstanê: ev amûreke hêja ye: Galagêr
Ez fam dikim ku wêneya Anahîtê ji bo hemû ermenîyan çiqas girîng e, û ez bi rastî kêfxweş im ku ev hevkarîya di navbera mûzexaneya Brîtanyayê û mûzexaneya dîroka ermenîyan de ev bûyer li Yêrêvanê pêk anî.Con Galagêr, balyozê Padişatîya Yekîtîyê ya Brîtanya Mezin û Îrlandîya Bakûre li Ermenîstanê, 16 ê îlonê di weşana zindî ya têlêvîzîyona giştî de, behsa pêşangehên ku ji peykerê hatine parastin, gotîye.
“Bi rastî pir xweş e ku mûzexaneya brîtanî hevkarên nû dîtine da ku xezîneyên ku di destê xwe de parve bikin. Di mûzexaneyê de 5000 zêdetir pêşangeh ji çar alîyên cîhanê hene, û pir xweş e ku me tiştek dît ku di dilê gelê ermenî de deng vedide”,-ewî gotîye.
Con Galagêr jî di wê bawerîyê de ye ku nîşandana peykerê Anahîtê wê gelek geştîyaran bîne Ermenîstanê.
“Ev rêyek hêja ye ji bo ronîkirina dewlemendîya çanda ermenî û rastîya ku mûzexaneya Brîtanî di parvekirina wê dîrokê de bi cîhanê re rolekê dilîze, û anîna wê bo Ermenîstanê fersendekê dide ermenîyan ku baştir dewlemendîya xwe binirxînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku peykerê xwedawenda zayînî û dayîktîyê Anahîtê bi qasî 6 mehan ji Brîtanyayê birin Ermenîstanê.
Mûzexaneya dîrokê ya Errmenîstanê bi mûzêya Brîtanyayê re pakêtek belge amade kir, ku serê tûncê û destê çepê yê şahbanûyê tê de dihatin parastin, her du jî li Ermenîstanê ne.
Peykerê Anahîtêyî bronz li Ermenîstanê tu carî nehatibû pêşandan. Li gorî malpera brîtanî, ev serê peykerê kultî yê Anahîtê sala 1870 a de li taxa Satala ya Erzurumê hatîye dîtin. Çend firoşyarên kevinar ew dest derbaz kirin, û di dawîyê de bûsta Anahîtê ji alîyê mûzexaneya Brîtanyayê ve hat bidestxistin.
Serê mayî û destê çepê yê ji bûstê wê bi qasî 6 mehan li Ermenîstanê bê pêşandan, wê li mûzêya dîroka Ermenîstanê ya bi navê “Daya Xwedê: di çarçoveya pêşangeha bi navê “Ji Anahîtê heta Merîyemê” tê lidarxistin.