H’emû nûçeSereke

Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv gefan li ewlekarîya Ermenîstanê, hebûna Ermenîstanê ya pêşerojê û serwêrîya wê diafirîne

Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv gefan li ser ewlekarîya Ermenîstanê, hebûna paşeroja Ermenîstanê, serwêrî û dewletbûna Ermenîstanê xetereyan çêdike. Îro, 18 ê îlonê, di çarçoveya lûtkeya ermenîyan ya cîhanî de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ev yek ragîhand û bi bîr xist ku Ermenistanê endamtîya xwe di wê pêkhateyê de qerimandîye.

 “Gelek nîqaş li ser wê yekê tê kirin ku Ermenîstan hewl dide yan jî difikire ku vegere nav. Heger bersivên konkrêt ji pirsên me re bên dayîn em ê çalakîyên xwe yên di Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv de bi tevahî vegerînin. Di ser giranîya me re du sal derbaz bûn, bersiv ne tenê nehatine bihîstin, ji xwe dîyar e ku wê neyên bihîstin.Yan jî, ne dîyar be jî, lê ez dikarim bêjim ku heya ku ev bersiv neyên bihîstin û ne îqnaker bin, her sanîye Ermenîstan her ku diçe zêdetir ji Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv dûr dikeve.

Hevokeke “xala bêveger” heye, heger me ji wê xalê derbaz nekiribe, şanseke baş heye ku eger ev rewş berdewam bike, em ji wê xala bêveger derbas bibin. Tu kes wê tu sedem yan sedemeke rewa nebe ku me bi wê yekê tawanbar bike”,- ewî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button