H’emû nûçeSereke
Serokê parlamêntê wê bi seredana fermî here Macaristanê û paşê Kanadayê
Dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê bi seredana fermî here Macaristanê û paşê Kanadayê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda malpera parlamêntêda hatîye belavkirinê.
Dêlêgasîya bi serkarîya Alên Sîmonyan wê hetanî 19 ê mehê li Bûdapêştêbe, lê ji 25 a hetanî 30 ê îlonê wê li Ottavayêbe.
Dikevine nava teşkîla dêlêgasîyayê serokên komên dostîyê, endam û xebatkarên admînîstrasîya parlamêntê.