Wezîrê pêşmerga tekez dike, pêşmerge her dem ji bo şer û têkbirina DAÎŞ ê û terorê li navçeyê û parastina ewlehî û aramîyê li Îraqe û Herêma Kurdistanê amade ye.
Wezîrê pêşmerga Şoreş Îsmayîl li gel cîgirê wezîrê pêşmerga Ebdulxaliq Babîrî û berpirsên payebilind yên wezîreta pêşmerga serdana mihwerê 6 hêzên pêşmerge Giwêr-Mexmûrê kirin.
Li gorî daxuyanîya wezîreta pêşmerga, wezîrê pêşmerga Şorş Îsmayîl û şanda pê re bi berpirsê Mihwerê 6 hêzên pêşmerge Giwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî re civîyan û rewşa asayîşa sînorê Giwêr-Mexmûrê û liv û tevgera terorîstên DAÎŞ ê li deverê gotûbêj kirin
Wezîrê pêşmerga tekez li ser wê yekê kir, pêşmerge her dem ji bo şerkirin û têkşikandina DAÎŞ ê û terorîstan li navçeyê û ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqe û Herêma Kurdistanê amade ye.
Di daxuyanîyê de gotin, Şoreş Îsmayîl piştevanîya wezîreta pêşmerge bo berpirsê Mihwerê 6 hêzên pêşmerge Giwêr-Mexmûrê tekez kir.
Ji alîyê xwe ve Sîrwan Barzanî piştgirîya wezîrê pêşmerga bilind nirxand û got: “Em berdewam in li ser parastina aramîya Kurdistanê, bi taybetî li sînorê Giwê-Mexmûrê, pêşmerge herdem dilsoz û canfîda ye li bereyên şer ji bo berevanîkirin û parastina xaka Kurdistanê”.