Desthilatdarên Swêdê tometa jênosîdê û şerê metirsîdar li dijî jin û zarokên êzidî li Sûrîyayê daye pal jineke Swêdî, ku navê wê Lîna Îshaq e û jîyê wê 52 sal e.
Desthilatdarên Swêdê amaje jî daye: “Lîna Îshaq di dema navbera salên 2014 a û 2016 a de li Reqeya paytexta DAÎŞ ê gelek tawan dijî mirovahîyê xwezima li dijî jin û zarokên êzidî kirine”.
Daxwazkera giştî ya bilind ya Swêdê Rîna Dîvgon jî li ser vê mijarê di ragehandinekê de gotîye: “Ev cara yekê ye tawanbarên DAÎŞ ê ku li dijî êzidîyan tawan kirine li Swêdê tên darizandin”.
Herwesa li dû ragehandineke din dadgeha dadîyê ya Stokholmê, Lîna Îshaq di dema navbera salên 2014 a û 2016 a de li Reqeyê gelek jin û zarokên êzidî desteser kirine û ji alîyê leşî û derûnî ve bi awayekî dijwar îşkence dane û mafên wan yên destpêkî li ser bingeha rewşenbîrî, olî kiribûn, ku ev jî binpêkirina tevaya qanûnên navdewletî ye”.
Dadgeha dadîyê ya Stokholmê bal kêşaye ser wê yekê jî ku, armanca vê tometbarê nehêlana tevaya yan jî pareke êzidîyan bûye, wekî pareke wan hevrikî û şerên çekdarî yên ku di derheqa wê pêkhateyê de hatine kirin.