H’emû nûçeSereke

Safrastyan derheqa opêrasîyonên leşkerîda xeberdaye, yên bona vekirina korîdora nava Ermenîstanêra

Niha ez wê yekê nabînim ku bona vekirina korîdora nava Ermenîstanêra opêrasîyonên leşkerî hebin.Derbarê wê yekêda Rûbên Safrastyanê tirkzan wextê qisa tevî News.am ê gotîye.

“Heger kesek dikare gaveke wî cûreyî biavêje,ew Adirbêcane. Feqet ez nafikirim,wekî Bekûyê gaveke wî cûreyî biavêje, nava wêda usa jî piştî civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîye li Bekûyê. Adirbêcanê bi rîya tehsîrkirina li ser Ermenîstanê here bona ku Ermenîstan ber xwe bide. Feqet ev tenê fikirdarîye, meriv nizane Elîyêvê çi bike”,- ewî gotîye.

Bi fikira wî, pirsa korîdora nava Ermenîstanêra bona pêşkektina pêwandîyên Îranê û Rûsîyayê wê nebe pirsgirêk.

Safrastyan şirove kirîye,wekî Rûsîya û Îran dikarin bighîjine asta yekîtîya stratêjî, lê ew proseya dijware, çimkî pirsgirêkên wan hê ji wedê împêratorîda hebûne, nava wanda usa jî li Kafkasîya Başûr.

Nava pirsa korîdorêda, nava nêzîkbûnên Rûsîyayê û Îranêda firqî hene, lê bi qîmetkirina wî ew usa jî nînin, ku nikaribin pêwandîyên tifaqdarîyê îzbatkin.

Safrastyan bîr anîye,wekî ev welat projeya korîdora bakûr-başûrva, ya  nava Adirbêcanêra girêdayîne û ew yek mecalê dide Rûsîyayê ku ew pêwandîya tevî Hindistanê û Çînistanê îzbatke. “Li ser vê fonê Tirkîya hîvîyêye,wekî pêwandîyên Îranê û Rûsîyayê wê sertbin, çimkî mîyaserkirina projeya vê rîya hesinî bi têmpên hewaskarîya rast pêşda naçin”,- tirkzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button