SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: armanca me veguhastina Kurdistanê bo qonaxeke pêşkeftîtir  ya desthilatdarîyê ye

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê dibêje: “Alîyên din hevrikîyê dikin ku piçekê bigehin astê PDK ê. Em wekî PDK ji qonaxeke hevrikîyê derbaz bûne, armanca me gelek ji hevrikîyê mezintir e”.

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  di nav helmeta bangeşeya hilbijartinên parlamana Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê gotîye: “Tenê ew kesên xwe ji berpirsyarîtîyê vedidizin bê kêmûkasî ne. Ya ku li cem me PDKyîyan eşkere ye ew e ku em bê kêmûkasî nînin. Hemî armancên gelê Kurdistanê bi şev û rokejan bi cîh nayên, em dizanin ku keşûhewayê Kurdistanê û piroseya sîyasî di wî keşûhewayî de hêsan nebû. Em wekî berpirsyarîtîya xwe dibînin ku kêmşkasîyên karkirina xwe destnîşan bikin, çareserîyên guncayî jê re peyda bikin, li xwe vegerin ji bo ku em bizanin di çi war û astekî de bi baştirîn awa guhertinan bikin, em çawa bikarin li çend salên bê xizmeta welatîyan û niştîman û welatê xwe bi awayekî baştir bikin”.

Nêçîrvan Barzanî amaje jî daye: “Piştî serhildana sala 1991 ê, serok Barzanî kesê yekê bû ku daxwaz kir û pêşeng bû ku bi rêya sindoqên dengdanê desthilatdarî li Herêma Kurdistanê bê yekalîkirin. Serokê PDK ê berê binyatî ji bo dêmokrasîyê dana, ji wê salê heta niha şewqeke mezin ji destkeftî û avedankirin û dabînkirina şert û mercên jîyanê ji bo gelê xwe bi dest xistin. Hûn dizanin û em jî dizanin hemî ew kar û pirojeyên ku hene bê kêmûkasî nînin, lê tiştê girîng ew e ku dîsa du hilbijartinên bê de bawerî bi PDK ê bê dan ji bo ku li ser pirojeyên avedankirinê û pêşkeftina aborî berdewam be”.

Tekez jî kirîye: “Erkê we û endamên PDK ê heta roja hilbijartinan gelek mezin e, divê hûn bi hemî şîyanên xwe bizavê bikin ku bawerîya nû ya welatîyên Herêma Kurdistanê ji bo PDK ê bê nûkirin. Divê em şanazîyê bi wê yekê bikin ku me heta niha bi dest xistîye, bawerîya nû bi PDK ê yanî veguhastina Kurdistanê ji qonaxa niha ber bi qonaxeke baştir û avedantir û asûdetir ji bo hemî gelê Kurdistanê”.

Ron jî kirîye: “Alîyên din hevrikîyê dikin ku pîçekê bigehin astê PDK ê. Em wekî PDK ji qonaxeke hevrikîyê derbaz bûne, armanca me gelek ji hevrikîyê mezintir e. Armanca me veguhastina Kurdistanê bo qonaxeke pêşkeftîtir ya desthilatdarîyê ji hemî alîyan ve ye. Pêşengiya PDK ê yanî gerentîya berdewamîya serkeftina wê piroseyê ye ku di çar salên bê de li pêşîya me ye. Divê em destkeftîyên hökömeta Herêma Kurdistanê ji sala 1992 ê heta niha wek çavê xwe biparêzin”.Herwesa gotîye:“Erkê dîrokî yê me wekî PDK ew e ku çi yek ji wan destkeftîyan ji dest nedin û bi wijdan paşeroja çar salên bên yên pêkanîna parlaman û hökömetê dîyar bikin”.

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê tekez jî kir,îye:“Divê her tiştekê em ji bo bangeşeya hilbijartinan dikin li ser bingeha rêzê be, ji bo rêbaza me, ji bo şehîdan, ji bo qurbanî û erkê pîroz ê destkeftîyên me, divê PDK ne rêyê bi xwe û ne jî hevrikên xwe bide ku di pêşbirka sîyasî de bibin sedema têkdana ewlehî û seqamgirî û azadîya Kurdistanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button