SerekeSîyasî

Elîyêv elam kirîye, wekî dijî Adirbêcanê “Kompanîya bugdanbêjîyê” tê mîyaserkirinê

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv berbirî beşdarên civîna COP 29 bûye. Li gorî çapemenîya Adirbêcanê, Elîyêv beşdarên civînê nava mîyaserkirina  “êrîşa bugdanbêjîyêda” gunehkar kirîye.

“Ez nikarim dengê xwe nekim, dema ku dibînim, bi menîyên nerast hinek çapemenî êrîşa bugdanbêjîyê mîyaser dikin, bi kîjanê dixwezin îmîca Adirbêcanê bidine nuxsankirinê.Cêribandinên wî cûreyî nikarin pêşîya me bigrin, ku em mîsîya xwe mîyaserkin, bona ku encamên xirab, yên guhartina klîmayê altkin”,-Elîyêv gotîye.

Em serda zêdekin wekî  van dawîya hinek organîzeyên navneteweyî bi raportên xweva pêşda tên û dibêjin wekî li Adirbêcanê halê mafê mêriv nebaşe û bangî Organîzeya Netewên Yekbûyî, usa jî welatên cuda-cuda dikin ku li ser Bekûyê tehsîrkin bona ku girtîyên sîyasî û dîlên ermenî aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button