Serokwezîr gotegotên ku dibêjin projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ji derve li ser Ermenîstanê hatîye ferzkirin derewand
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan şîroveyên ku dibêjin projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatîye pêşniyarkirin ji derve hatîye ferzkirin red kir.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîr behsa mijara “Xaçerêya aşîtîyê: yekitîya ewlekarî û dêmokrasîyê” di axaftina xwe ya li konfêransê de.
Paşînyan gotîye ku ew ji şîroveyên ku dibêjin ev proje bi rengekî ji alîyê cîhana derve ve hatîye dîktatorkirin ew matmayî mane. “Ew encama nenirxandina rast ya rewşê ye. Paşînyan dîyar kir ku ev proje di berjewendîya Komara Ermenîstanê de ye”,- Paşînyan daye kifşê.
Serokwezîr destnîşan kir ku eşkere ye ku Ermenîstan ji çareserîyên ku ji hêla vê projeyê ve têne pêşnîyar kirin bêtir eleqedar e.
“Xeyal bikin ku em bêyî karanîna piranîya potênsîyala xwe ya sînor, ango transît û binesazîya potênsîyel ya împort û hinardekirinê pêş bixin. Ji 70 selef îmkanên binesazîyê yên potênsîyala Ermenîstanê nayên bikar anîn, ji ber ku ne derfeteke rast û rasteqîn heye ku bi tora rêwîtîya gerdûnî ve girêdan û ne jî derfetek rast heye ku bi Bakûr-Başûr, Rojhilat-Rojava re tevbigere. “Ji ber girtina ji sed selefî sînorên Ermenîstan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Adirbêcanê yan ev derfet pir kêm in yan jî bi awayekî sûnî tên astengkirin”.