Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû, ji ber ku rewatî da çavkanîya deshilatê li Herêmê. Got jî, serkeftîyê mezin yê vê hilbijartinê, gelê Herêma Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 30 ê cotmehê di çarçoveya panêlekê di dîdara Merî de gotîye: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû, ji ber ku jêdera desthilatê li Herêmê rewa kir”.
“Serkeftîyê mezin di vê hilbijartinê de gelê Herêma Kurdistanê bû. Proseya dêmokrasî li Kurdistanê bi başî û li ser rêya rast bipêş dikeve. Di vê pêvajoyê de gelê Kurdistanê îzbat kir ku her tişt ji bo wî bê kirin heq dike”.
Serokê Herêma Kurdistanê gotîye: “Cîhê xwe ye ku pîrozbahîyê li tevahîya gelê Kurdistanê bikim, ji ber beşdarbûna di vê hilbijartinê de û bi hemû pîvanan ev hilbijartin gelek serkeftî bû”.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir, hêzên sîyasî yên Herêma Kurdistanê li ber taqîkirineke mezin in, divê di asta bawerîya welatîyan de bin.
Da zanîn jî: “Niha em di qonaxa piştî hilbijartinan de ne û divê em bi hev re kar bikin. Opozîsîyon jî dikare rola xwe di parlamêntoyê de bilîze. Hebûna opozîsîyonê di her sîstêmeke sîyasî de jî dikare alîkar be ji bo şopandina karên hukumetê”.
Tekez kir jî: “Divê em ji atmosfera hilbijartinan derkevin û di zûtirîn dem de hukumetê ava bikin. Dem hatîye ku alîyên sîyasî bi dilekî fireh bi hev re rûnin”.
Nêçîrvan Barzanî gotîye: “Li Herêma Kurdistanê tu hêzek xwedî hejmara kursîyan nîne ku bi tenê hukumetê pêk bîne.Ya girîng ew e ku hemû hêzên sîyasî bi hev re hevpeymanîyê ava bikin û di demek herî zû de hukumetê ava bikin”.
Herwiha gotîye: “Gelê Kurdistanê li bendê ye ku di demek herî nêzîk de hukumet bê avakirin û ev yek ji bo me û ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Îraqê girîng e”.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kirîye: “Em tu carî nabin du rêveberî. Serdema van gotinan nemaye, Herêma Kurdistanê xwedî çarçoveyeke destûrî ye”.
Wî amaje bi wê yekê jî kir, niha dem hatîye ku em modêleke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyên me ligel Bexdayê bibînin. Hilbijartinan derfeteke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê peyda kirîye.
Serokê Herêma Kurdistanê gotîye: “Reftarên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê ne reftareke fêdêralî ye, belkû reftareke pir bi navendî serderî bi Herêma Kurdistanê re kirîye”.